15 endamên DAIŞê radestî Tirkiyê hatine kirin

15 endamên DAIŞê radestî Tirkiyê hatine kirin

Berpirsê Raportên Navdewletî ya Ofîsa Peywendiyên Derve aşkere dike ku li Herêma Kurdistanê niha nêzikî 730 çekdarên DAIŞê hene ku hatine dadgehkirin û ceza li wan hatiye birîn û destnîşan kir ku ev ji bo Herêma Kurdistanê barekî giran in.

A+A-

Li Herêma Kurdistanê nêzî 800 girtiyên DAIŞê hene û beşek ji wan xwediyê regeznameya biyanî ne. Heta niha 15 çekdarên DAIŞê yên hemwelatiyên Tirkiyê, radestî konsolxaneya wî welatî hatine kirin.


 

Berpirsê Raportên Navdewletî ya Ofîsa Peywendiyên Derve li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand ku hezar û 600 girtiyên DAIŞê hebûn li Kurdistanê ku 700 ji wan radestî Bexdayê hatine kirin, beşek ji wan di çarçoveya agahdariya Bexdayê de radestî ezgehên fermî yên li Nînowayê hatine kirin û bi gotina Zêbarî  beşek ji wan kesên ku regeznameyên Amerîka, Çîn û Cezayîrê hene li Herêma Kurdistanê girtîne.


 

Dîndar Zêbarî aşkere kir ku di heyama şer de bi giştî 20 hezar çekdarên DAIŞê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin bêbandorkirin û got, “Ji 40 welatan çekdarên DAIŞê hene ku beşek ji wan hemwelatiyên Tirkiye, Sûriye, Îran, Azerbaycan, Japonya, Çîn, Cezayîr, Çeçenistan û çend kesek jî yên Amerîkayê bûn. Heta niha 15 çekdarên DAIŞê yên welatiyên Tirkiyê di çarçova agahdarkirina Bexdayê de radestî Konsolxaneya Tirkiyê hatine kirin. Heman prosedûr bo welatiyên Amerîka, Japonya û Azerbaycanê jî hat pêkanîn.”

Dîndar Zêbarî aşkere kir ku di rewşa niha de endamên DAIŞê yên ji Çîn, Cezayîr, Amerîkayê û Çeçen hene û got ku bo vegerandina van çekdan bo welatên wan hewldanên wan ên dîplomatîk berdewam dikin.


 

Berpirsê Raportên Navdewletî ya Ofîsa Peywendiyên Derve aşkere dike ku li Herêma Kurdistanê niha nêzikî 730 çekdarên DAIŞê hene ku hatine dadgehkirin û ceza li wan hatiye birîn û destnîşan kir ku ev ji bo Herêma Kurdistanê barekî giran in.


Herwiha Zêbarî ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk heta niha ti endamên DAIŞê radestî wan nekirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin