1377 sal berê ne alaya Tirk hebû ne jî Tirk!

1377 sal berê ne alaya Tirk hebû ne jî Tirk!

Bi taybet piştî hewildana darbeya nebiserketî ya 15ê Tîrmeha 2016ê, dewlet bi her hawayî propagandaya dewleta xwe bi alaya xwe ya Tirk li her derê Kurdistanê dike

A+A-

Îro (21.10.2016) li Dîyarbekirê li ber deriyê Camîya Kebîr (Ulu Cami) piştî nimêja Îniyê karmendên dewletê aşûreya ku rismê alaya xwe ya Tirk ser çêkirine, belav kirine û bi vêya propaganda dewleta xwe kirine ku xwedigiravî 5 hezar kes ketine dorê ji bo ku aşûrê bixwin. Lê di rismê ku belavkirine de tenê çend karmendên (memûrên) dewletê dîyar dibin.

Yek ji wan karmendan cigîrê walîyê Dîyarbekirê Bîlal Ozkan e ku wek kayyum ji bo şaredarîya Sûrê hatîye destnîşankirin, yê dî qaymeqamê dewletê yê Sûrê  Memduh Tuna ye û yên mayî jî karmendên payebilind yên dezgehên dewletê ne ku hemû ji aliyê dewleta xwe ve li Kurdistanê hatîne tayînkirin û karê dewleta xwe dikin.

Bîlal Ozkan ê ku yek ji wan 29 kayyuman e ku ji bo Şarederîya navçeya Sûr a Dîyarbekirê hatîye tayînkirin, gotîye; ”ev aşûre bila bibe wesîleya yekbûn û bihevrebûyîna me.” Yanî yekîtîya Kurd û Tirkan,

Aşûre yek ji adetê meha Muharemê ye ku 1377 berê li Kerbelayê bi kuştina Huseyinê kurê Hz. Elî ve dihê bibîranîn. Zêdetir Alewî û Şiî xwedîlêderdikevin û wê didin jiyandin.

Aşûre dihê fehmkirn lê ev alaya Tirk ku li ser aşûreyê hatîye xemilandin çî ye? 1377 sal berê ne Tirk hebûn û ne jî alaya Tirk.

Bi taybet piştî hewildana darbeya nebiserketî ya 15ê Tîrmeha 2016ê, dewlet bi her hawayî propagandaya dewleta xwe bi alaya xwe ya Tirk li her derê Kurdistanê dike; ev di her çalakîyên wê de dîyar dibin; werxuya ye piştî ev tevlihevbûna herema rojhilata navîn tirsek ketîye dil û mêjiyê dewleta Tirk ku kurd dewleta xwe avabikin! Lê divê ew (Tirk) zanibin feyda ecelê ji mirinê re nîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin