120 kes bi tohmeta ‘endamtiya tevgera Gulen’ hatin desteserkirin

120 kes bi tohmeta ‘endamtiya tevgera Gulen’ hatin desteserkirin

.

A+A-

Li hejmareke bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hêzên emnî yên Tirkiyê, li dijî tevgera Fetullah Gulen operasyonek encam dan û 120 kes desteser kirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Parêzgehê ji bo desteserkirina berşikan, li hejmareke parêzgehan bi awayekî hemdem operasyon ku navenda wê Stenbol, dan destpêkirin.

Di operasyona li 25 parêzgehan a dijî sazûmaniya tevgera Fetullah Gulen ya di Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) de ji 115 berşikên ku ji bo wan biryara binçavkirinê hat derxistin, 66 jê hatin desteserkirin û li navnîşanan lêgerîn hat kirin

Li Enqerê 54 kes hatin desteserkirin

Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ya dijî tevgera Fetullah Gulen de ji 77 gumanbaran ku têkildarî ezmûna alîkariya komîseriyê ya sala 2012an bûne û derbarê wan de biryara desteserkirinş hatiye dayîn jê 54 kes hatin girtin. 

Hat ragihandin, navend Enqere li 29 bajaran derbarê 77 gumanbaran de biryara desteserkirinê hat dayîn ku ji van 54 kes hatin girtin.

Di daxuyaniya Serdozgeriyê de hat gotin, hat tesbîtkirin ku beriya ezmûna sala 2012an endamên tevgera Gulen, pirsên ezmûnê bi dest xistin û dan endamên tevgerê.

Hat zanîn ku ji bo gumanbarên din jî bên girtin xebatên hêzên emnî yên Tirkiyê berdewam in.

Tirkiyê cemaeta Gulen bi encamdana hewla derbeya 15 Tîrmeha 2016an tohmetbar dike lê Fethullah Gulen vê yekê red dike.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin