10 leşkerên Sûrî hatin kuştin!

10 leşkerên Sûrî hatin kuştin!

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê radighîne, di êrîşek çekdarên Opozisyonê de li Hemayê 10 leşkerên Sûriyê hatine kuştin û 21ên din jî brîndar bûn e.

A+A-

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê radighîne, di êrîşek çekdarên Opozisyonê de li Hemayê 10 leşkerên Sûriyê hatine kuştin û 21ên din jî, brîndar bûn e.

Serokê Navenda lihevhatina Rûsyayê li Sûriyê  General Aleksey Bakîn ragihand, çekdarên Opozisyonê, bajarokê Ebo Dalî yê gundewarên Hemayê topbaran kiriye, di encam de welatiyek sivîl hatiye kuştin û du welatiyên din jî birîndar bûn e. Piştre jî wan çekdaran bi top û hawinan êrîşî hêzên Hikûmeta Sûriyê kirin, di encam de 10 leşkerên Sûriyê hatin kuştin û 21 leşkerên din jî, brîndar bûn.

Serokê wê navenda Rûsî li Sûriyê, ku bingeha wê li firokxaneya Himêmîm e ragehand jî, heta niha rewş li wê navçeyê aloz e û di 24 demjmêrên borî de, çekdaran 30 caran ew navçe topbaran kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin