10 hezar çekdarên DAIŞê di destê HSDê da ne

10 hezar çekdarên DAIŞê di destê HSDê da ne

Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Sûrîyê James Jefifrey dîyar kir ku li Iraq û Sûrîyê gefên Dewleta Îslamî (DAIŞ) didomin.

A+A-

Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Sûrîyê James Jefifrey dîyar kir ku li Iraq û Sûrîyê gefên Dewleta Îslamî (DAIŞ) didomin.

James Jeffrey di kongreyeka rojnemevanî da axivî û da zanîn ku di têkoşîna dijî DAIŞê de hevalbendên wan Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) e û dîyar kir ku ew naxwazin ku ew zararê bibînin û ti kes êrîşê wan bikin.

Di brifînga li Wezareta Derve ya Amerîka de, Jeffrey aşkere kir ku Serok Trump bi awayekî zelal gotiye ku ew li ser soza xwe disekinin û divê ti kes êrîşê hevalbendên wan nekin.

Jeffrey dîyar kir ku wan û Tirkîyê ser herêma ewle li hev nekiriye û ew danûstandinê didomîn.

Ew bi berdewamî ser çekdarên DAIŞê yên di destê HiSDê de jî axifî.

Nûnerê Taybet da zanîn ku HSDê 10 hezar çekdarên DAIŞê girtine û ji van 8 hezar ji Sûrîye û Iraqê ne. Jeffrey got ku ew plan dikin ku çekdarên DAIŞê yên Sûriyê derxin pêş dadgehê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin