Ziyana şerê Rûsya û Ukraynayê 400 milyar Dolar e

Ziyana şerê Rûsya û Ukraynayê 400 milyar Dolar e

.

A+A-

Neteweyên Yekbûyî bal dikşîne ser wê yekê ku birçîtî di rê de ye.

Pisporên aboriyê eşkere dikin, şerê Rûsya û Ukraynayê 400 milyar Dolar ziyan daye cîhanê, Neteweyên Yekbûyî jî bal dikşîne ser wê yekê ku birçîtî di rê de ye.

Lêkolîna zanyariyên aborî ya Brîtanyayê eşkere dike; geşeya aborî li Ewropayê ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê %2 heta 3.9 û li ser asta cîhanê jî %3.4 heta 3.9 daketiye.

Pispor destnîşan dikin ku zirara vî şerî zêdetirî 400 milyar Dolar e, nirxên kelûpelan dê zêde bibin, ev yek jî metirsiya derketina buhabûn û birçîtiyê li pey xwe tîne.

Herwiha pispor eşkere dikin ku zirara mezin dê bigihîje Ewropayê, ji bilî wê jî, Rûsya dê zirareke mezin a aborî ji vî şerî bibîne, tê pêşbînîkirin ku îsal aboriya cîhanê wêran bibe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin