Ziryan Rojhilatî: Pirsa Kurd û serdana Erdogan a Îraq û Herêma Kurdistanê

Ziryan Rojhilatî: Pirsa Kurd û serdana Erdogan a Îraq û Herêma Kurdistanê

.

A+A-

Ziryan Rojhilatî

Di rojên borî de, piştî nêzî 20 salî, careke din rêya min bi Bexdayê ket ku berpirsên wê xwe amade dikin ku Serokkomarê Tirkiyeyê pêşwazî bikin.

Ev yek piştî serdana Sûdanî ya Amerîkayê û aloziyên navbera Îran û Îsraîlê, yek ji girîngtirîn mijarên siyaseta derve ya Îraqê ye ku bi rengekî rasterast bi Kurdan ve jî girêdayî ne.

Dema ku hat avakirin, Xelîfe Ebû Caferê Mensûr çar dergeh ji bo bajêr çêkirin ku yê sereke berê wî li Xorasanê bû ku jê re digotin deriyê dewletê lê dergehê Bexdayê tenê ber bi Îran û Xorasanê vekirî nema û hevrikiya li ser bajêr ku tê wateya "Xêra Xwedê-yê Xwedê dayê", beşeke sereke ya jiyana siyasî ya li vir pêk aniye. Tu aliyî jî nekariye ji bo demeke dirêj bi tenê wê "Xêra Xwedê" ji xwe re bibe.

Îro tevî serdestiya desthilata Şîe û hegemonyaya Îranê ku bi rêya wêne û sembolên ku li ser der û dîwarên Bexdayê daleqandî ne bi awayekî zelal diyar dibe, qet nebe min ji zarê çar berpirsên payebilind ên Îraqê bihîst ku hatina Erdogan ji bo wan tê wateya qonaxeke nû. Ev jî nîşan dide ku ne tenê deriyê Xorasanê yê Bexdayê vekirî ye.

Bê şik mijarên av, aborî û ewlehiyê di nav mijarên sereke de ne ku siyasetmedarên Bexdayê dixwazin bi Erdogan re gotûbêj bikin lê di piraniya wan de jî pirsa Kurd di navenda mijaran de ye.

Xuya ye ku hin siyasetmedarên Bexdayê hêvî dikin ku bi rêya dabînkirina berjewendiyên aborî û ewlehiyê du tiştan bi dest bixin: Yek av e, ya din jî tevgera rasterast a Tirkiyeyê bi Bexdayê re.

Berî her tiştî, tevî ku hin alî dixwazin Erdogan neçe Hewlêrê lê hatina wî ya Hewlêrê siyaseta ragirtina hevsengiyê ye ku xuya dike ku girêdayî deriyên Bexdayê yên niha ye.

Îraq daxwaza berdana 500 metrekup av di çirkeyekê de ji Tirkiyeyê dike ku li gor hin pisporên avê, wer dixuye ku bi kêmanî di vê demê de zehmet be lê dibe ku Enqere razî bibe ku hin ava zêdetir ji 130 metrekup av berde Sûriye û Îraqê ji ya ku vêga berdide.

Projeya Rêya Geşepêdanê, kêşeyên ewlehiyê û rewşa Herêma Kurdistanê jî bi hev ve girêdayî ne. Hin siyasetmedarên Bexdayê van her du mijaran ji bo pêwendiyên rasterast ên Enqere-Bexdayê ne li dewsa têkiliyên Enqere-Hewlêr-Bexdayê wekî derfetekê dibînin lê balkêş e ku berevajî vê nêrîna siyasî, min şîroveyeke cuda ji çend generalên malnişînkirî yên artêşa Îraqê bihîst ku li Bexdayê beşdarî civîneke navendên lêkolînê bûn.

Wan digot ku pirsa kurd li her du dîwanên Tirkiye û Îraqê dê bandorê li projeya Rêya Geşepêdanê bike û pirsa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tenê bi awayê leşkerî çareser nabe.

Projeya Rêya Geşepêdanê yek ji projeyên herî girîng a hikûmeta niha ya Îraqê ye ku hêleke wê ya jeo-ekonomîk û siyasî ya mezin heye. Projeya 17 milyar dolarî, ku îhtîmal e ku bi hatina Erdogan re zêdetir li ser were lihevkirin, ji bo Îraqê xewneke girîng e lê di heman demê de xetereke mezin e.

Bi kêmanî di nav 500 kîlometrên projeyê de, du mijarên sereke yên Sunî-Kurdî hene ku her tim dikarin bibin sedema pirsgirêkan, eger siyaset li Bexdayê tenê rengekî olî wergire. Hebûna mijarên etnîkî û rêolî di çarçoveya vê projeyê de wê ji destwerdana derve re vekirî dihêle.

Ango dikare karteke mezin a hîpotetîk bide her hêzeke herêmî ku zextê li Bexdayê bike, xasma dema ku ji siyaseta wê hez neke.

Helbet bi qasî ku mijara ewlehiyê vê rêyê dikare lawaziyeke stratejîk ji bo Îraqê çêbike, di heman demê de jî dikare bibe palnerek ji bo siyaseteke navxweyî ya nerm û têkiliyeke hevseng bi cîhana derve re ku di berjewendiya hemî aliyan de ye.

Ji bo Tirkiyeyê projeya rêya geşepêdanê tê wateya beşdarbûna di projeyên avakirinê û destkeftiyên aborî. Ev yek ji bilî ku dikare aliyên ewlekarî yên kêşeya Şingal û Mexmûrê ji bo Enqereyê çare bike ku weke xaleke girîng di şerê li dijî PKKyê de dibîne.

Eger Îraq an welatekî din sermayeyê ji bo wê projeyê peyda bike, dê Tirkiye ziyanê neke, her çend ger paşê ji ber rewşeke ewlehiyê ya gumanbar asteng jê re derkevin jî. Ev jî dê bibe karteke zextê li ser projeya Rêya Biharatê ya ku Tirkiye jê hatibû derxistin.

Îraq di wê baweriyê de ye ku çareseriyeke leşkerî ya temam ji bo pirsgirêka PKKyê nîne, her çend ew dixwaze bi riya sînordarkirina rêyên çûnûhatinê hin daxwazên Tirkiyeyê bi cih bîne.

Tirkiye dixwaze li devereke sînorî li navbera 30-40 km herêmeke tampon ava bike û PKKyê ji sînorên xwe dûr bixe. Pêngava herî bibandor a ku Îraq di mijara PKKyê de bikare ji bo Tirkiyê biavêje, dê li sînorê Mexmûr û Şingalê be heke bike, ger na wekî ku min ji serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malikî bihîstiye, “Kontrolkirina bi temamî ya çiyayan ji bo hemû hêzan karekî zehmet e, çi artêşa Tirkiyê be, çi Pêşmerge be yan jî artêşa Îraqê be.”

Di serdema rejîma berê ya Îraqê de, Bexda di şerê PKKyê de herî kêm 20 caran alîkariya Tirkiyê kiriye û niha jî hikûmeta Bexdayê pêngaveke li gorî dilê Enqereyê avêtiye û PKK wekî rêxistineke qedexekirî bi nav kiriye lê belê zehmet e ku Îraq bi kêmanî di demeke kurt de bi hemû hêza xwe li dijî PKKyê raweste, ji ber ku ew niha ne dikare û ne jî dixwaze vêya bike.

Bi îhtîmaleke mezin dê Tirkiyeyê razî bike herwisa bi temamî karta PKKyê ji destê xwe dernaxe. Ji ber vê yekê tê çaverêkirin ku li gel pêşniyarên leşkerî û ewlehiyê yên sînordarkirina PKKyê bi taybetî li Şingal-Mexmûr û deverên navbera Geliyê Zapê û Geliyê Çivîkan li sînorê Amêdiyê, Hikûmeta Îraqê bixwaze navbeynkariyê di navbera PKK û Tirkiyê de bike.

Bê şik, vêga zehmet e ku mirov behsa gereke din a danûstandina di navbera Tirkiye û PKKyê de bike, bi kêmanî beriya hin operasyonên leşkerî lê di demeke dirêj de nola tiştekî nerast nayê xuyakirin. Yek ji sedemên vê yekê jî ew e ku şert û mercên siyasî û hevsengiyên hêzên herêmê guherîne.

Li gorî Bernameya Daneyên Pevçûnan a Uppsalayê (UCDP), di navbera salên 1975 û 2017an de, welatên biyanî di şer û pevçûnên Kurdî yen herêmê de, nêzîkî 108 caran alîkariya hêzên Kurdî kiriye ku Sûriye bi 29 û Îran bi 27 caran di serê lîstê de ne.

Sûriyê 15 caran û Îranê jî 9 caran li dijî Tirkiyê alîkariya PKKyê kiriye. Sûriye niha bi karûbarên xwe ve mijûl e herwisa xuya ye Îran jî ji ber nakokiyên xwe yên bi Israîl û Rojava re, vêga hewl dide hevrikiyên xwe bi Tirkiyeyê re kêm bike.

Ji aliyê din ve, dibe ku ji PKKyê re diyar be ku ji ber van guhertinan û serdestiya dron û êrişên hewayî, berdewamkirina şer di vê demê de bi kêr nayê. Ji bo Tirkiyeya ku di rewşeke aborî ya dijwar de ye, şerekî berdewam tê wateya giraniyeke mezin a aborî ku dikare bo AK Partiya ku bi encameke xerab ji hilbijartina talî derket, nûçeyeke ne baş be.

Helbet ji xeynî sedemên aborî, pirsa Kurd ji bo Erdogan xwedî reheke kûrtir e. Bê şik Erdoganê ku ji hemû serokên tirkan bêtir li ser desthilatê maye û şensê wî heye ku herî kêm 4 salên din jî rêvebirina siyaseta Tirkiyeyê bike, ji her kesî bêtir nêzî pirsa Kurd bûye.

Heke em reformên prosa endambûna YEyê jî bihesibînin, AK Partî di navbera salên 2002-2015an de, di 13 salên desthilatdariya xwe de, rasterast û nerasterast pirsa Kurd xiste rojeva Tirkiyeyê.

Sala 2003yan qanûna nifûsê ya bi hejmara 1587an guherand û destûr da ku navên Kurdî li zarokan bên dayîn û di sala 2009an de jî qanûneke ku destûrê dide weşana Kurdî derxist.

Ev gavên sembolîk û girîng bûn ji bo welatekî ku demekê Kurd ji ber her gotineke Kurdî rastî cezayên aborî dihatin.

Erdogan sala 2005an xeletiyên berê yên Komara Tirkiyeyê ya di pirska Kurd de qebûl kirin û sala 2009an pêvajoya “vebûna Kurd” da destpêkirin.

Paşê xwedîtiya danûstandinên Osloyê yên di navbera MÎT û PKKyê de kir û piştre qonaxa çareseriyê di navbera salên 2013-2015an de bi rê ve bir û di vê qonaxê de rola artêşê û nêrînên Kemalîst ên li welêt sînordar kirin ku weke astengên sereke li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsên dînî dihatin dîtin. Ji sala 2015an ve ji ber darbeya Guleniyan û dûrbûna AK Partiê û aliyên Kurdî ji hev, pirsa Kurd ji rojeva Tirkiyeyê derket û careke din şer û qirênê dest pê kir.

Axaftinên Serokkomarê Tirkiyeyê li Diyarbekirê berî kampanyaya herî dawî ya hilbijartinên şaredariyan di adara îsal de ku tê de amadebûna xwe ji bo diyalogê nîşan da, li gel daxuyaniyên Selahedîn Demîrtaş, Leyla Zana û Ahmet Turk ku Erdogan wekî çavkanî û kesên xwedî şiyana çareserkirina pirsa Kurd bi nav kiribû, hêviya gereke din a danûstandinan zindî kiribû.

Îraq xwedî ezmûneke girîng e di navbeynkariya di navbera Îran û Erebistana Siûdî de û dema niha ji bo nîşandana diyalogê ji bo çareserkirina kêşeya Kurd a li Tirkiyeyê di warê siyaseta navdewletî de guncav e, helbet eger rast be û ji bo wê kar bike.

Bi taybetî, wekî berpirsekî Îraqî got, wan ji PKKyê peyamek derbarê amadebûna wan ji bo diyalogê li gel Tirkiyeyê wergirtiye.

Bê şik Îraq jî dikare ji şiyan û îradeya serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê sûdê wergire ji bo çareseriya aştiyane û bidawîkirina şer.

Ev jî ji bilî wê yekê ye ku Serokkomarê Tirkiyeyê bi xwe jî faktoreke yekalîker e, ji ber ku di rastiyê de wekî Ehmed Turk û Leyla Zana jî destnîşan kirine, navnîşana çareseriya pirsa Kurd hîn jî hêz û şiyana Erdogan e.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin