Zimannas li ser kêmbûna axaftina bi zimanê Kurdî hişyariyê didin

Zimannas li ser kêmbûna axaftina bi zimanê Kurdî hişyariyê didin

.

A+A-

Nivîskarên nêzîkî desthilata Tirkiyeyê dibêjin Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dê di serdana xwe ya Diyarbekirê de derbarê perwerdehiya zimanê zikmakî de peyaman bide û dibe ku di dibistanên taybet de perwerdehiya bi temamî Kurdî were dayîn.

Serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a ku biryar bû di 15ê Cotmehê de were li darxistin û hatibû paşxistin dê di 23yê Cotmehê de pêk were.

Nivîskarên nêzîkî desthilatê jî balê dikêşin ku dibe Erdogan li Diyarbekirê derbarê perwerdehiya zimanê zikmakî de peyaman bide. Zimannas jî dibêjin êdî dem hatiye ku Kurdî bibe xwedî statu, ji ber ku eger di hemû qadên jiyanê de kurdî neyê bikaranîn dê xetereya ser ziman kurtir bibe.

Zimannas Resûl Geyîk ji K24ê re diyar kir: “Divê di hemû qadên jiyanê de kurdî were axaftin, divê di tendirustiyê de aboriyê, dibistanê de kurdî were axaftin. Dema ku zarok perwerdehiya bi zimanê kurdî nebînin, tenê axaftina malê ev yek nabe.”

Sazî û rêxistinên ku ser zimanê kurdî lêkolîn û xebatan dikin dibêjin ji ber ku zarokên kurd her ku diçe ji zimanê xwe dûr dikevin, ev yek pêşeroja ziman jî dixe bin xetereyê û divê kurdî ji destpêka perwerdehiyê heta dawiyê bibe zimanê perwrdehiyê û bi awayekî fermî statuya wê hebe û bi dibistanên taybet nikarin bibin çareserî.

Koordînatorê Giştî yê Weqfa Mezopotamyayê Mîkaîl Bulbul ji K24ê re diyar kir: “Ji ber ku mobîlîzasyona îqtîsadî bi Tirkî ye Kurd berê xwe nadin dibistanên taybet. Yên bi Kurdî bixwînin nikarin bibin doktor, nikarin bibin mamoste, nikarin bibin mihendis. Ji ber wê dibistanên taybet nabin çareserî.”

Li gorî lêkolînan li 4 bajarên wek Diyarbekir, Mêrdîn , Riha û Wanê rêjeya kesên ku bi zarokên xwe re tenê bi Kurdî diaxivin %10ê kêmtir e ku zimannas dibêjin ev yek xetereya veguhestina ziman jî derdixe holê.

Çavkani: Kurdistan 24 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin