
Zêdetir ji 74 cinazê mirovan li bendava çikbûyî ya Kerecê de hatine peydakirin
.
Pêka rapora rojnameya parêzgeha Elborzê, piştî daketin û kîmbûna ava bendava Emîrkebîr a bajarê Kerecê, zêdetir ji 74 termên ku awêtibûne nav ava vê bendavê hatine dîtin û pêka gotina vê rojnameyê, piraniya wan kesan bi dest û pêyên girêdayî û li nav kîsên plastîkî an ferş an mokêtan de hatine pêçandin.
Tevî ku nasnameyan wan kesan hêj nehatiye zanîn lê li pêvajoya şoreşa Jînayê de mijara avêtina xwenîşanderên nerazî bo nav avên bendavan û bêserûşûnbûna hejmarek ji xwenîşanderan hebû û egera vê yekê zêde dike ku hejmarek ji wan, termên xwenîşanderên nerazî yên tevgera Jin Jiyan Azadiyê bin.
li vê deheqê de li roja 26ê Xezelwera 1398 a Rojî de “Irşad Rehmaniyan” li xwenîşandanên ser şeqam li bajarê Merîwanê de hate girtin û piştre termê wî bi serê kunbûyî û didan û destûpêyên şikestî li tenîşta bendava “Garane” ya bajarê Merîwanê de hatibû dîtin û herwisa 27 termên xwenîşanderên nerazî jî, ji aliyê “Behmen Perweriş” ê melezanê Kirmaşanî ve li bendavê de hatibûne peydakirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin