Zêdebûna Pîroz - Nuri Aldur

Zêdebûna Pîroz - Nuri Aldur

.

A+A-

Nuri  Aldur

 

Nûçeyek biçûk, lê xweș

gihiștemin ji bajarê Stambolê.

Nûçe ne bi nameyên destnivîsî û nejî bi telefonên qebloyî li malanbû

Erê ev nûçe ji Stambolê

ne ji gund, ne ji Torê û Çolê

ji bajarên tirkan/bîzansan yên herî mezin ji kontînenta Stambolê

Niha hemî agadarî, dawet, xweșî- nexweșî

sersaxî  û  serxweșî

bi digîtalîyêye – weke facebook û  sms

di heman kêlîyêde dighijê

dost, heval û hemî kes

Kuram Șewqî

mizgînî bi rêçe digîtalîyê bikartanîn

suretekî zarokeke nûbûyî bi kalîteke birincî

û teksteke kinî-șêrînî kurmancî

deng diveda nûçeyê – mîna dunemêtekê di teqî

Brazî Derwêș û buk Aytan

kêfxweșdibûn bi zêdebûn-  û berpirsîyarîya xwe wek dê û bavan

yên dur-nêzîk ewan pîrozdikirin

wek adetên me yî gundan, nav malan, li cem kurdan

Șewqî dilgeșbû

ku bûkê bixwe biryarda ku navê kurik hilbijart û wateya nav kurdîbû

û çira malê hê xurttir û geștirdibû

navê nû, navekî kevne-nûye ji xweșnavan

lê ne xerîbe li nav kes, dost û ahlan

xelatkirin kurik bi navê Segvan

û ew nav – navê bavê wî kesîye ku nivîskara bo van xetan

Tu bixêrhatî Segvanê biçûk

tê durbê ji Guhera baxlî

                    Çemê toto

                    Rezên kenêra

û tê nebînê gelek berx, kahr, cûk û kûçik

lê evê ne zehmetîyekbê bo te,

mane vaye em hemî pismamênte

bi cihbûne li Swêd, Almanya û Belçîk

Xemnakê veger jî heye

ger carek tu herê  Tora Dekșûrî û Hevêrkan

tê xwe bibînê li coxrafya pêșîyênme Medan

bi hêvîyên ku tu bêt himbêzkirin ji alîyê hemwelatîyên xwe kurdan

Hingî tê bikarê

silavek bidê kurê Tîrêj ku hemsalîyêteye – navê wî Çinar

ewê li Torêbê – belkîjî li mentîqa Raman,

derya  petrolê bajarê Batman  

wateye Çinar

berhemeke xwezayêye; ew dixemilînê deșt, berçem û zinar

ew hevrengîne bi mêwên tirih, darên hejîr  û hinar.

Zêdebûna we pîrozbe Derwêș û Aytan

Yezdanê mezin bi werebê

bo mezinkirin û perwerdekirina berxêwe Segvan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin