Zanîngeha Silêmaniyê pereke erdên xwe dide mamosta û fermanberên xwe

Zanîngeha Silêmaniyê pereke erdên xwe dide mamosta û fermanberên xwe

.

A+A-

Alîkarê Serokê Zanîngeha Silêmaniyê ji bo Karûbarên Zanistî got, “Encûmena Zanîngeha Silêmaniyê terxankirina erdî ji erdên zanîngehê pejirandiye, da ku li ser wan fermanberan bê belavkirin ên ku ji wergirtina erdî feyde wernegirtiye.” Herwesa ragihand, "Me dest bi rêkarên diyarkirina hejmara wan fermanberan kiriye ên ku di bin vê biryarê de ne.”

Alîkarê Serokê Zanîngeha Silêmaniyê ji bo Karûbarên Zanistî Dr. Zana Mehmûd Hesen îro (Çarşem, 27ê Tebaxa 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got, "Me li Encûmena Zanîngeha Silêmaniyê terxankirin û belavkirina erdî li ser wan fermanberên zanîngeha pejirand, ên ku ji wergirtina erdî feyde wernegirtiye. Ev jî ji bo teqdîrkirina rola wan fermanberan e yên ku xizmetê dikin.”

Dr. Zana Mehmûd Hesen amaje jî da, “Ew erdê li ser fermanberan hatiye belavkirin parek ji erdên Zanîngeha Silêmaniyê ye, niha em bi Rêveberiya Şaredariya Silêmaniyê re di têkilî û bizavê de ne, da ku wan erdan ji hev cuda bikin û navên fermanberên ku feyde wernegirtiye diyar bikin.”
Navbirî herwesa got, “Li roja 14ê Tebaxa 2025ê, biryar hat dayîn ku parek ji erdên zanîngehê li ser fermanber û mamostayan bê belavkirin. Niha dest bi rêkarên fermî tê kirin û piştî hevahengiya bi aliyên peywendîdar re, erd dê bên terxankirin.”

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê li roja 27ê Adara 2024ê li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar da ku, erd li ser hemî wan fermanberan bê belavkirin ên ku ji wergirtina erdî feyde wernegirtiye. Wesa jî, li roja 28ê Gulana 2024ê dest bi bicîhanîna vê biryarê hat kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin