Zalmay Xelîlzad: Biryarên Dadgeha Îraqê ne destûrî ne

Zalmay Xelîlzad: Biryarên Dadgeha Îraqê ne destûrî ne

.

A+A-

ku Dadgeha Federal a Îraqê carinan biryarên ne li gorî destûrê dide.

Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê Zalmay Xelîlzad li ser aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê got:

“Pêwîst e aliyên sereke bi hev re bixebitin û Kurdistan bibe armanca wan a yekem.

Divê hevkariyê bi hev re bikin. Hêvîdar im di van mijaran de pêşketin çêbibin.”

Xelîlzad li ser pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê jî da zanîn:

“Pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ne di wê asta pêwîst de ne û nakokiyên wan li ser petrol û enerjiyê hene.”

Zalmay Xelîlzadê ku ji sala 2005an heta 2007an Balyozê Amerîkayê yê Îraqê bû li ser serdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya Amerîkayê, rewşa dawî ya Îraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde re axivî.

Rûdaw: Birêz Balyoz, tu rewşa Îraqê ya niha çawa dibînî, ji wê dema ku li wir bûyî heta niha çi hatiye guhertin?

Zalmay Xelîlzad: Yekem, rewşa Îraqê pir aloz e. Ji aliyekî ve geşedanên herêmî hene. Di nav wan de şerê Xezeyê jî heye û niha em dibînin ku şer berfirehtir dibe. Di nav de êrişa Heşda Şeibiyê ya Îraqê ya li hêzên Amerîkayê jî hebû. Her çend van demên dawî ew êriş rawestiyane jî ev yek erênî ne lê êrişên Îran û Îsraîlê yên li hev bandorê li Îraqê dike.

Aştî û aramiya li herêmê bandoreke neyînî dike lê li gorî dema ku ez li wir bûm, ji hêla aborî ve hin pêşketinên mezin hene, herçend xizmetguzarî bi qasî ku divê ne baş in. Pêwîst bû niha Îraq xwedî serxwebûna enerjiyê bûya û elektrîk bida welatiyên xwe.

Herwiha pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ne di wê asta pêwîst de ne ku nakokiyên wan li ser petrol û enerjiyê hene. Xeta boriya petrolê ya Tirkiyeyê hatiye girtin û pirsgirêkên budceyê nehatine çareserkirin.

Bi dîtina min carinan Dadgeha Bexdayê biryareke ne li gorî destûrê dide lê ez kêfxweş im ku serokwezîr li vir e û behsa serxwebûna enerjiyê, korîdoreke ji bo girêdana Îraqê bi Ewropayê ve û behsa elektrîk û xizmetguzariyê dike. Ew wêneyekî tevlihev e lê di hin awayên girîng de, erênî ye.

“Herêma Kurdistanê pirsgirêkên wê yên mezin ên aborî û darayî hene”

Rûdaw: Tu rewşa Herêma Kurdistanê li gorî dema ku Balyozê Amerîkayî bûyî çawa dibînî?

Zalmay Xelîlzad: Bi baweriya min wê demê pêwendiyên Bexda û Herêma Kurdistanê baştir bûn. Dema ku destûr hate pesendkirin û şahî hatin kirin ez li wir bûm. Di navbera Îraqiyan de lihevkirin çêbû. Piştre destûr hat pejirandin, hilbijartin hatin kirin û hikûmet hat avakirin. Wê demê rewşeke pir erênîtir hebû di aliyê pêwendiyan de. Niha, têkilî ne baş in. Hewlêr, Herêma Kurdistanê pirsgirêkên wê yên mezin ên aborî û darayî hene. Di nava wan de mûçe û rawestandina hinartina petrolê hene. Hêvîdar im rêkeftina bi Bexdayê re bibe sedema guhertinan li Kurdistanê. Divê partiyên mezin bi hev re tevbigerin û Kurdistan bibe armanca wan a yekem û bi hev re hevkariyê bikin. Hêvîdar im di van mijaran de pêşketin çêbibin.

Rûdaw: Tu nêrîna Sûdanî ya ji bo paşeroja Îraqê çawa dibînî?

Zalmay Xelîlzad: Ez li benda guftûgoya xwe ya bi wî re me. Baş têgihiştim nerîna wî li ser herêm û parêzgehan çi ye. Nêrîna wî ya aboriyê pir baş e û tekezî li ser serxwebûna enerjiyê dike. Di heman demê de balê dikişîne ser pêşketina aborî, xizmetguzariyên baştir û berhemanîna elektrîkê. Bi qasî ku min xwendiye nêrîna wî di van mijaran de erênî ye.

Ez nizanim ew çawa li Herêma Kurdistanê dinêre. Ji bilî vê ne partiyek û ne jî milîsên wî hene û xwe dispêre serkirdeyên siyasî yên din rê bidin wî ku bigihêje armancên xwe. Ji ber vê yekê ew tenê ne girîng e ku ew çawa difikire, girîng e nêrînên wan kesên ku pêvajoya siyasî ya li Bexdayê kontrol dikin li ber çavan were girtin. Bi dîtina min nêrîna wan zêdetir li ser wê yekê ye ku li şûna sîstemeke federalî sîstemeke navendîtir hebe û derfetê bide parêzgehên ku dixwazin bibin federal.

Di nerîna min de ku ev ne erênî ye. Divê rêz li destûrê bê girtin û madeyên wê bên bicihanîn. Eger dixwazin guhertin di destûra bingehîn de bên kirin, di destûra bingehîn de xalên taybet hene ku çawa ew guhertin bên kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin