Zakharova: 50 hezar Kurd li Rûsyayê dijîn

Zakharova: 50 hezar Kurd li Rûsyayê dijîn

.

A+A-

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “50 hezar Kurd li Rûsyayê dijîn.”

Maria Zakharovayê diyar kir ku ew dixwazin pirsa atomî ya Îranê bi rêya dîplomasiyê were çareserkirin û her wiha eşkere kir ku nêzîkî 50 hezar Kurd li Rûsyayê dijîn.

Maria Zakharovayê di konfêranseke rojnamegeriyê de bersiva pirsên Rûdawê yên derbarê bernameya atomî ya Îranê û xelatkirina akademîsyenê Kurd Prof. Reşad Mîran da.

"Divê garantiyê bidin Îranê"

Zakharovayê di bersiva pirsa Edîtorê Beşa Navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa de tekez kir ku Rûsya pêbendî rêyeke dîplomatîk e ji bo çareserkirina pirsgirêka atomî ya Îranê û got:

"Me çend caran gotiye ku destdirêjiya leşkerî metirsîdar e û gefê li ewlehî û aramiya Rojhilata Navîn dixwe."

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê amaje bi êrişên Amerîkayê yên li bingehên atomî yên Îranê (Netenz, Fordo û Îsfehan) kir û got:

"Bombebarana asmanî ya li bingehên atomî nayê qebûlkirin.

Amerîka û welatên wekî wan difikirin ku Qudsa Rojhilat (paytexta Îsraîlê) mafê êrişa li ser Komara Îslamî ya Îranê heye.

Bi vî karî peymana qedexekirina belavbûna çekên atomî bin pê kirin."

Zakharovayê destnîşan kir ku ji bo destpêkirina dan û standinan, divê "garantiyeke tam" bidin Îranê ku dê bingehên wan ên atomî careke din nebin armanca êrişan û anî ziman:

"Divê welatên Rojava dev ji zimanê cezadan û têkdanê berdin û vegerin zimanê dîplomasiyê."

Putin xelat da Prof. Reşad Mîran

Maria Zakharovayê di beşeke din a konfêransê de behsa xelatkirina Prof. Reşad Mîran ê ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve kir.

Zakharovayê diyar kir ku Putin 4ê mehê li Kremlînê "Nîşaneya Pûşkîn" daye Reşad Mîran û ew wekî "Yek ji zanayên herî navdar ê çand û civaknasiyê yê Rûsyayê ku xelkê Kurdistana Îraqê ye" pênase kir.

Zakharovayê da zanîn ku Prof. Mîran di belavkirina çand û zimanê Rûsî de roleke bibandor lîstiye.

Prof. Reşad Mîran jî di merasîmê de ji Putin xwest ku piştgiriyê bide Kurdan da ku amûrên fêrbûna zimanê Rûsî bi dest bixin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê amaje bi pêywendiyên Rûsyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re jî kir û got:

" Kurd jî di nav de pêywendiyên me yên nêzîk bi berpirsên Îraqî û serkirdeyên welêt re hene."

Zakharovayê her wiha got, "Rûsya dewleteke pirneteweyî ye û neteweya Kurd jî di nav de ye ku hejmara wan nêzîkî 50 hezar kesî ye."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin