
YouTubeyê zêdetirî 20 kanalên Kurdî girtin
.
YouTubeyê di nava hefteyekê de herî kêm 20 kanalên YouTubeyê yên li Herêma Kurdistanê bi hinceta ku hesabekî hevpar ê dahatê bi kar aniye, girtin.
Xwediyê kanala "Mr. Shko" Ehmed Ezîzê ku yek ji wan kesan ê kanala wî hatiye girtin ji Rûdawê re got:
"Destpêka pirsgirêkê roja 17ê vê mehê dest pê kir, kanalek hat girtin û paşê ji ber weşandina vîdeoyeke şirovekirina lîstikan, hişyariya binpêkirina mafê kopîkirinê hat dayîn."
Hemû kanalên ku hatine girtin ser bi hesabekî hevpar ê AdSenseyê bûne.
Ev hesab platformeke reklamê ya ser bi Googleyê ve ye ku rê dide afirînerên naverokan ku bi rêya nîşandana reklaman li ser vîdeoyên xwe dahatê bi dest bixin.
Mebest Behadînê YouTuberekî diyar ê Kurd da zanîn ku hejmareke zêde ya kanalan (di navbera 20 û 25 kanalan de) ji ber pêwendiya wan a bi heman hesabê AdSenseyê re hatine girtin, tevî ku wan bi xwe ti binpêkirinên mafê kopîkirinê nekiribûn.
Mebest Behadînê ku bi navê "Mebest King" tê naskirin û zêdetirî 300 hezar aboneyên wî li ser YouTubeyê hene, girtina kanalan wekî "zilmeke mezin" bi nav kir.
Hejmara giştî ya aboneyên kanalên girtî zêdetirî 2 milyonî ye.
Kanala herî mezin zêdetirî 400 hezar û ya herî biçûk jî nêzîkî 100 hezar aboneyî bûn.
Mebest Behadîn behsa wê yekê kir ku ziyaneke mezin a madî gihîştiye wan lê ya ji wê nexweştir, ziyana manewî ye, çimkî wan hemû vîdeo û şopînerên xwe ji dest dane.
Behadîn her wiha eşkere kir ku piştî gotûbêjên bi YouTubeyê re, wan kanalek vegerandiye ku zêdetirî 150 hezar aboneyên wê hene.
Behadîn tekez kir ku ew di pêwendiyeke berdewam de ne bi platformê re da ku yên din jî werin vegerandin.
Hinek ji wan kanalên ku YouTubeyê girtine ev in:
Ahmad Yaxi
Captn Sultan
engineerusa
daily dose of Screentime
Shvar Tube
Zana Altun
Mr Meer
Hemko
Bahast Bahaden
Regay Islam
Hawkar King
Hozan B12
Actar Gaming
Bk Clip
RamoKurdish
Mr7arbii
Zhyar Gamer
Bilal Malik
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin