YNKyê namzedê xwe yê Serokkomariya Îraqê eşkere kir

YNKyê namzedê xwe yê Serokkomariya Îraqê eşkere kir

.

A+A-

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Karwan Gezneyî ragihand ku Nizar Amêdî namzedê partiya wan e ji bo wergirtina posta Serokkomariya Îraqê.

Karwan Gezneyî îro got,"Nizar Amêdî tenê namzedê fermî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye ji bo posta Serokkomariya Îraqê."

Îro roja dawî ya tomarkirina navên namzedên Serokkomariya Îraqê ye û zêdetirî 40 kesan xwe namzed kiriye.

Tê zanîn ku beşek ji wan namzedan berê endam an jî parlamenterên YNKyê bûn.

Nizar Mihemed Seîd ku wekî Nizar Amêdî tê naskirin kî ye?

Sala 1968an li Amêdiya parêzgeha Dihokê ji dayîk bûye.

Sala 1993yan li Zanîngeha Mûsilê bawernameya lîsansê ya endezyariyê sitandiye.

Berî sala 2000î di Mekteba Sekreteriyeta Celal Talebanî de xebitiye.

Di navbera salên 2022-2024an de Wezîrê Jîngehê yê Îraqê bû.

Di serdema serokkomariya Celal Talebanî û Fuad Masûm de berpirsê nivîsgeha serokkomar bû.

Niha berpirsê nivîsgeha Mekteba Siyasî ya YNKyê ya li Bexdayê ye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin