YNK: Divê êrişên li ser Herêma Kurdistanê rawestin

YNK: Divê êrişên li ser Herêma Kurdistanê rawestin

.

A+A-

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) da zanîn ku divê êrişên li ser Herêma Kurdistanê rawestin.

Dijîterora Kurdistanê ragihand ku îro bi rêya sê dronên bombebarkirî êrişî 2 parzûngehên petrolê yên Zaxoyê hatiye kirin.

Dijîterorê diyar kir ku li Şêxanê jî êrişî parzûngeheke petrolê hatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî şerê Îran û Îsraîlê gelek caran bi dronan êrişî Herêma Kurdistanê tê kirin lê heta niha kesî berpirsiyariya van êrişan nexistiye stûyê xwe.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştî êrişên îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir û xwest ku êriş rawestin.

“Divê Îraq êrişan rawestîne”

Hemû daxuyaniya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi vî rengî ye:

“Di vê dema ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo bidawîanîna pirsgirêka mûçeyên mûçexwirên Kurdistanê û çareserkirina nakokiyên di navbera Bexda û Herêmê de, hewlên xwe yên siyasî û dîplomastîk zêde kirine û ji bo nehîştina alozî û nakokiyan di navbera Herêm û Bexdayê de kar dike, ev zêdetirî hefteyekê ye çendîn êrişên bi dronan ên li pey hev li ser Herêma Kurdistanê û parzûngehên wê yên petrolê yên li herêm û parêzgehên cuda tên kirin.

Ev êriş, çavkaniya wan ji kû derê dibe bila bibe û kîjan alî berpirsê wan be binpêkirineke eşkere ya bingehên parastina asayîşa navxwe û seqamgiriyê ne.

Divê berî her aliyî, hikûmeta Îraqê bi xwe sînorekî ji wan re deyne û wan êrişan rawestîne çimkî hikûmeta Îraqê desthilata bicihîner û fermî ya dewletê ye û ji parastina ax û xelkê Îraq û Herêma Kurdistanê û bingeh û çavkaniyên wê yên aborî berpirsiyar e.

Bi taybetî jî dibe ku ev binpêkirin bibin sedema çêbûna gumanan di pêwendiyên di navbera hêzên Îraqî de û dilgiraniyê li ser rewşa ewlehiya welat çêbikin.

Em wekî YNKyê van êrişên li ser Herêma Kurdistanê û xelkê wê şermezar dikin û daxwazê ji hikûmet û Parlamentoya Îraqê dikin ku rola xwe di dûrxistina welat ji her nearamiya ewlehiyê û nakokiya nû ya siyasî de bilîzin.

Divê ev yek nebe sedema sarkirina hêla germ a diyalogên me yên niştimanî ku armanca wan çareserkirina krîzan, çandina baweriyê û biratiyê û xurtkirina pêkvejiyana di navbera Îraqiyan de ye.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin