YEyê wê çek û cebilxaneyan ji Ûkraynayê re bişîne

YEyê wê çek û cebilxaneyan ji Ûkraynayê re bişîne

.

A+A-

Yekîtiya Ewropayê wê bi bihayê 450 mîlyon Euroyî "çekên kujer" ji Ûkraynayê re bişîne. her weha wê bi bihayê 50 mîlyon Euroyî jî sotemenî û yên kelûpelên din jî rê bike.

Rûsyayê di roja 5an a dagirkirina Ûkraynayê de, êrîşî bajarên Xarkov û Kîveê dike. 

Di vê navberê de herdu dewletan biryar daye ku ji bo gotûbêjan bicivin. Rûsyayê aşkere kiriye ku Ûkraynayê qebûl kiriye li herhema Gomelê ya Belarûsê bicivin. Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiyî jî diyar kiriye ku wê li ser sînorê Belarûsê bi heyeta rûsî re bicivin. Li gorî daxuyaniya Zelenskiyî wê bê pêş-mercan li hev bicivin û gotiye, “Ez bawer nakim ku wê hevdîtina li Belarûsê encamekê bide lê divê şens bidinê."

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskovî derbarê hevdîtinan de wiha gotiye: "Heyeta rûsî ji bo gotûbêjan bi ûkraynayiyan re bike, gihîştiye bajarê Gomelê yê Belarûsê. Em ê amade bin ji bo li Gomelê dest bi gotûbêjan bikin. 

Pêşketinên di 12 saetên dawiyê de bûne wiha ne:

352 sivîl mirine 

Wezareta Tenduristiyê ya Ûkraynayê diyar kiriye ku ji 23ê Sibatê heta niha di encama êrîşên li ser Ûkraynayê de 14 jê zarok, 352 sivîl mirine. 116 jê zarok hezar û 684 mirov jî birîndar bûne.

Piştî ku Rûsyayê êrîşî Ûkraynayê kir, DYA û Yekîtiya Ewropayê biryara cezakirina Rûsyayê dan. Him DYA û him jî welatên YEyê çendîn biryar girtin û cezayê ekonomîk li Rûsyayê birîn. Duh Pûtînî ji Artêşa Rûsyayê xwestibû ku ji bo bikaranina çekên nukleerî di amadebaşiyê de bin. Piştî vê biryarê bihayê rûbleya rûsî di kar û barên offshor de ji sedî 29 kêm bûye.  

Bihayê rûbleyî li beramberî dolarê jî nêzîkî ji sedî 30î kêm bûye.  

YE wê balafirên cengê bişîne Ûkraynayê

Yekîtiya Ewropayê biryar daye ku bi bihayê 450 mîlyon Euroyî "çekên kujer" û bi bihayê 50 mîlyon Euroyî jî sotemenî û kelûpelên mîna wê bişîne Ûkraynayê. Di nava van "çekên kujer" de balafirên cengê jî hene. Di dîroka Yekîtiya Ewropayê de yekem car e ku ji bo welatekî din alîkariyeke bi vî rengî tê kirin.  

NY wê îro bicive

Desteya Ewlehiyê ya NYyê biryar daye ku îro bi beşdariya 193 welatên endam, Civata Giştî ya NYyê pêk were.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin