Yekîtiya Ewrûpayê di mijara firehkirina givaşên ser Îranê de li hev kirin

Yekîtiya Ewrûpayê di mijara firehkirina givaşên ser Îranê de li hev kirin

.

A+A-

Wezîrên karên derve yên dewletên endamên Yekîtiya Ewrûpayê ji bo givaşên ser Îranê fireh bikin li hev kirin. Ragihandin ji terefê nûnerê bilind yê siyaseta ewlehiyê û karên derve yê YEyê Josep Borrell, de hat kirin.

Borrell got ku di mijara Xezzayê de pêşdeçûn nîne û ji Ûkraynayê doneyên ecêb yên bi dehşet gihane destê wan. Borrell got:

“Ji bo givaşa çarçova rejîma balafirên bêmirov ya Îranê fireh bikin, me siyasiyen li hev kir. Li hevkirina firehkirina givaşên heyî yên ser Îranê ji bo hilberîna fuzeyan dikin û wan didin Rûsyayê, me wan jî xist nav mijarê. Tişteka weha hêj nebûye lê ew potansiyel jî di nav de ye. Sîstema ku em behsa wê dikin, eynî weka ya Rûsyaye. Ya duyem jî firehkirina givaşan ne tenê ji Rûsyayê her weha ji bo Rojhilata Navîn û herêma Derya Sore ku teslimata fuzeyan di nav de ye.

Ya sêyem; lîsta pêkhateyan ya balafirên bêmirov em fireh dikin û me li serê li hev kir.

Di mijara Rûsya de daîma êrîşê ser xettên elektrîkê yên Ûkraynayê dike û ez naxwazim behsa encaman bikin lê encam gelek xerab e.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin