Yekîtiya Ewropyaê bo Putîn: Vî şerî demildest rawestîne

Yekîtiya Ewropyaê bo Putîn: Vî şerî demildest rawestîne

.

A+A-

Serokê Emcûmena Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel bang li Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn kir û got, "Vî şerî demildest rawestînin.”

Serokê Emcûmena Yekîtiya Ewropayê Charles Michel di peyama xwe ya ser medyaya civakî de ragiahnd ku wî bi Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy re bi têlefonê axivî û peyama piştevaniyê da Ukraynayê.

Charles Michel diyar kir ku ew êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê bi tundî şermezar dike û got ku îro hem Civîna Pêşengên Yeketiya Ewropayê û hem jî civîna pêşengên G7ê heye.

Michel destnîşan kir ku di van civînan de “kiryarên dereqanûnî yên Rûsyayê” gavên nû dê werin nirxandin û wiha dewam kir, "Ez bangî Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn dikim ku vî şerî demildest rawestîne."

Putîn serê sibeha îro daxuyandi bû ku wan li dijî Donbasa rojhilatê Ukraynayê operasyona leşkerî ya taybet da destpêkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin