Yekemîn Festîvala Online ya Fîlmên Kurdî ya Zagrosê dest pê kir

Yekemîn Festîvala Online ya Fîlmên Kurdî ya Zagrosê dest pê kir

.

A+A-

Yekemîn Festîvala Onlineyê ya Fîlmên Kurdî ya Zagrosê 1ê Adarê dest pê kir û de heta dawiya vê mehê berdewam bike.

Di festîvalê de 16 fîlmên Kurdî cih digirin. Ev fîlm li gelek herêmên Kurdistanê bi zaravayên cuda yên Kurdî hatine kişandin.

Festîval, bi vî awayî dixwaze bibe platforma nîşandana yekemîn (Grass) û duyemîn (Zerê) fîlmên li ser Kurdan jî.

Organîzatorên festîvalê dixwazin rêwitiya sînemaya Kurdî ji rabirdûya wê heta niha bîne ber çavan û balê bikişîne ser mîrasa dewlemend û nêrînên paşerojê yên di vî warî de.

“Divê Kurd cîhana dijîtal baş bi kar bînin”

Berpirsê Yekemî Festîvala Fîlmên Kurdî ya Zagrosê Simon Suleymanî derbarê armanca festîvalê ji Rûdawê re got:

“Dinya dijîtalîze bûye û êdî her tişt li qada înternetê diqewime. Divê Kurd vê avantajê baş bi kar bînin.

Çimkî dagirker nahêlin xebatên Kurdewar pêşkevin. Te dît, qeyûman dest da ser hemû çalakiyên kulturî û pûç kirin.

Li perçeyên din dîsa wisa. Yan jî festîvalên xwecih nagihîjin her kesî. Mîsal tenê xelkên Dihokê dikarin biçin festîvala Dihokê. Lê karûbarên olineyê ji bo herkesî ye.”

Armancên festîvalê

Simon Suleymanî diyar kir ku sê armancên sereke yên vê festîvalê hene û wiha pê de çû:

“Yek, fîlmên Kurdî bi binenivîsa Îngîlîzî bi Kurdan û bi cîhanê bidin temaşekirin. Çimkî heta niha jî haya Kurdan bixwe ji fîlmên xwe nîne.

 Ya duyem, ji çar perçeyên Kurdistanê fîlm nên berhevkirin û sînoran navbeyna gelê Kurd bi awayekî serhêlî be jî bidin rakirin.

Saya vê festîvalê, ji Qersê heta Kirmaşanê, ji Dêrsimê heta Xorasanê, ji Stenbolê heta Parîsê her kes dicive û bi heman derfetan fîlman dibîne.

Armanca sêyem parastina festîvalê ye. Xebatên çandî tim di bin êrîşa dagirkeran de ye. Lê kes nikare dest bide ser înternetê.

Nniha hedefa me ew e ku her fîlm bi hezaran bê temaşekirin û her sal jî mezintir be.”

Simon Suleymanî da zanîn ku îsal Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê biryara 20 fîlman dan û 15 ji wan wergirtin û ev zanyarî dan:

“Pêşbirk nîne, xelat jî nîne lewre jurî jî nîn e. Salên bên em dê van beşan jî bikin nav festîvalê.

Li gorî dîrok û naveroka wan, KOSÎ fîlman hildijbêre û derdixe pêş bîneran. Tevî ku her derhênerî fîlmên xwe diyarî festîvalê kiribin jî em dixwazin sponsoran peyda bikin û her sal telîfê bidin sînemageran.

Tevî van tiştan, em dê her sal, merasîma vekirin û girtinê li Parîsê li saloneke mezin çêkin û sînemagerên Fransî jî dawet bikin da ku têkilîya wan û yên Kurd ava bibe.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin