Yekem welatê Ewropayê deriyê şerkirinê li dijî Rûsyayê vekir

Yekem welatê Ewropayê deriyê şerkirinê li dijî Rûsyayê vekir

.

A+A-

Çekya weke yekem welatê Ewropayê derî li ber welatiyên xwe vekiriye ji bo biçin Ukraynayê.

Çekya weke yekem welatê Ewropayê derî li ber welatiyên xwe vekiriye ji bo biçin Ukraynayê û li dijî artêşa Rûsyayê şer bikin.

Serokwezîrê Komara Çekyayê Petr Fiala ragihand; her kesek bi awayekî xwebexş biçe Ukraynayê û şer li dijî artêşa Rûsyayê bike, ti siza wernagire.

Ev di demekê de ye ku li gor destûra Çekyayê, her kesekî ku li rêzên artêşa welatekî biyanî de xizmetê bike, bi pênc salan tê zindanîkirin.

Li aliyê din, berevajî helwesta Çekyayê, Wezareta Derve ya Senegalê, Balyozê Ukrayna yê li Dakarê bangî wezaretê kir û li hember hewldanên kişandina welatiyên Senegalê bo şerê dijî Rûsyayê nerazîbûna xwe nîşan da.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin