Yaşar Eroglu: Alî Bedirxan, di qada ziman û çandê de bi israr û înat bû

Yaşar Eroglu: Alî Bedirxan, di qada ziman û çandê de bi israr û înat bû

.

A+A-

Yaşar Eroglu: "Mixabin rewşenbîr û zanayên kurd bi qasî dengbêjên kurd nebûna malê gelê kurd. Lê Celadet Bedirxan zêdetir di nav gerdûna rewşenbîriyê, ziman û çandê de bandoreke mezin pêş xist."

Mîr Celadet Bedirxan ji malbata mezin a kurdan malbata Bedirxanî ya ye. Ew wekî siyasetmedar, nivîskar û pêşengiya nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê naskirin. Celadet ji bo xabatên zimanê kurdî gelek lêkolîn kiriye, pirtûk nivîsandiye û kovarên Hawar û Ronahî weşandiye. Xebatên Mîr Celadet Bedirxan bû bingeha wêjeya kurdan. Di salvegera jidayikbûna Celadet Bedirxan de me Nivîskar Yaşar Eroglu re axivî.

Yaşar Eroglu

Mîr Celadet Bedirxan ji aliyekî ve zimanzan ji alîyekî ve jî hem nivîskar hem jî siyasetmendar bû. Ev curbicurî bandoreke li ser kesayeta Mîr Celadet Bedirxan dike. Nivîskar Yaşar Eroglû li ser curbicurî ya Mîr Celadet Bedirxan anî ziman ku piralîbûna xebatên Celadet Bedirxan kifş e ku serê pêşîn heyecan, moral û daneheveke dewlemend bi xwe re tîne. Eroglu wiha got: "Celadet dest avêtiye gelek xebatan. Bi enerjiyeke bêhempa xebitiye. Li gorî şertên wan rojan hişmendtir, zana û bi tecrube tevgeriyaye. Destlepkî nexebitiye û gavên bijarte avêtine. Mixabin piştî têkçûna serhildana Agiriyê hest û hêviyên wî şikestine, rûyê xwe li siyasetê vegeriyaye. C. Bedirxan di dîrokî ziman, çand û siyaseta kurdan de cihekî girîng girtiye. Şert û mercên serdema sedsala 20an de ew rastî li wî ferz kiribû û kesayeta C. Bedirxan ber bi wî aliyî araste bûbû. Di van şert û mercan de rewşenbîr û pêşengên kurd kêm bûn. Li gelekan ferz dibû ku gelek baran bidin ser milên xwe. Weke dildarên kurdî û Kurdistanê ev bar hildigirtin. C. Bedirxan jî yek ji wan ê sereke bû." 

'HER BÛYEREK KESAYETEK DERXIST HOLÊ'

Eroglu niha devam kir: "Ji malbata xwe ev bingeh girtibû, li pey ramanên Kurdistanî tevdigeriya, ev lêgerîna wî bû. Cara pêşîn ji bo Kurdistaneke azad li gel hevalên xwe yên pêşeng partiya Xoybûn ava kir, bi şerê çekdarî weke pêşeng beşdarî serhildana Agiriyê bû. Mixabin serhildan têk çû. Em dibînin ku ev yek di jiyana Celadet Bedirxan de bûye werçerxaneke grîng. Şikestineke xeyalên wî yên felata Kurdistan peyda bûye. Di destpêka weşana Hawarê de deriyê siyasetê ji xebatên xwe re digire û berê graniya xebatên xwe dide qada çand, wêje û ziman. Hawar werçerxana wî ya dîrokî ye. Di barê hebana wî ya zanyarî de çi heye dide riya çand, wêje û zimanê kurdî."

'BI ROJER LESCOT RÊ JI BO ÇAND, ZIMAN Û WÊJEYA KURDÎ TEVGERIYA YE' 

Mîr Celadet Bedirxan ji bo gelê kurd mîrasên gelêk girîng hişt. Di wan mîrasan de pêşeroja gelê kurd heye.  Yaşar Eroglu dibêje ku em dikarin bêjin Celadet Bedirxan giraniya jiyan û xebatên xwe daye ser ziman û çanda kurdî. Kedeke mezin daye, bi tevî Rojer Lescot li Kurdistanê geriyaye ku mînakên çand, ziman û wêjeya kurdî berhev bike. Alfabeya latînî ji bo zimanê kurdî daniye û adapte kiriye. Xebata wî ya herî girîng û sereke derxistina Hawarê ye. Hawar ji bo ziman û çanda kurdî bûye platformeke dîrokî. Alfabe, rêziman, çandeke dewlemend (çîrok, methelok, erdnîgariya herêmên Kurdistanê, dengbêjî û hwd.), wêjeya klasik, şano, kesayetên kurdan û gelek mijarên wêje û zimanê kurdî di Hawarê de seridîne. Mîrateyeke dewlemend ji roja îro re maye. Berhem û xebatên bi taybetî Bakur, Rojava û bi giştî ser rûyê erdnîgariya cîhanê yên bi alfabeya kurdî-latînî bi keda Celadet Bedirxan xuyanî û darîçav bûne. Bi van berhemên xwe, Elifba Kurdî, Rûpelên Elfabê, Rêzimana Elifbaya Kurdî, Rêzimana Kurdî (li gel Roger Lescot), Ferhenga Kurdî rê û rêbaz û dengên alfabeya kurdî, rêziman kurdî, pirsgirêkên ziman anîne ziman û rê nişan daye.

'DI HER QADÊ DE TERZÊK AVA KIR'

Yaşar Eroglu van gotinan anî ziman: "Di qada siyasetê de terzê C. Bedirxan di riya nijadparêziya şoreşa Fransayê de daxwaza mîrparêzî, hinek rengê monarşiyê û dewleteke li ser vê îdeolojiyê avabûyî ya modern bû. Ev terz bi ser neket û têk çû. Di qada ziman û çandê de bi israr û înat parastina ziman, wêje û çanda kurdî bû. Piştî girtina Hawarê, bi derxistina kovara Ronahiyê ev israr, înat û vîn berdawam bû. Heta jiyana wî di binê bîreke avê de bi dawî bû her karê wî ji bo berxwedan, geşbûn û serkeftina ziman, çand û wêjeya kurdî bû."

'BI XEMÊN BAZIRGANÎ ALOZIYEK MEZIN DI QADA ZIMAN DE DERXISTINE'

Yaşar Eroglu bi van hevokan axaftina xwe dawî kir: "Celadet Bedirxan belkî di nav gelê kurd de zêde nedihate naskirin. Mixabin rewşenbîr û zanayên kurd bi qasî dengbêjên kurd nebûna malê gelê kurd. Dengbêj di nav civatê de dikemilin lê rewşenbîr di dibistanan de, di qadên elît de peyda dibin, dûrî gel in. Lê Celadet Bedirxan zêdetir di nav gerdûna rewşenbîriyê, ziman û çandê de bandoreke mezin pêş xist. Heta îro her kesê ku bêjinga ziman, çand û wêjeya kurdî re derbasbûye bêguman di bin bandora Celadet Bedirxan de maye. Ew mamosteyê wan hemûyan e. Lê mixabin di van salên dawîn de pêleke rewşenbîrên kurd çêbûye ku heta niha tenê Celadet Bedirxan kopî kirine û bi navê xwe berhem derxistine. Tiştek lê zêde nekirine, mixabin bi xemên bazirganî ew tehrîf kirine û aloziyeke mezin di qada ziman de derxistine. Ew jî hewceye ku bê gotin. Di salvegera 126an a jî dayikbûna Celadet Bedirxan de em Celadet Bedirxan bi rêzdarî bi bîr tînim."

Nûçe semra Yansit / Gazeteduvar

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin