
Yakup Aykaç: Em dixwazin Xanî wekî Goethe û Shakespeareyê Kurdan bidin nasandin
.
Enstîtuya Ehmedê Xanî li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi navê "Ehmedê Xanî û 330 Saliya Mem û Zînê” sempozyumek li dar xist.
Çalakî li salona konferansê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê hat lidarxistin û di sempozyumê de, mîrateya felsefî, wêjeyî û civakî ya ku Ehmedê Xanî li pey xwe hiştiye, bi awayekî berfireh hat nirxandin. Akademîsyen, lêkolîner û hunermendan bandora berhemên Xanî gotûbêj kirin.
Di rûniştinên cuda de gelek akademîsyen û lêkolîneran wekî Doç. Dr. Yakup Aykaç, Prof. Dr. Mehmet Bakir Şengul, Îhsan Colemergî û Doç. Dr. Îlyas Suvagcî nirxandinên xwe pêşkêş kirin.
Birêvebirê Enstîtuya Ehmedê Xanî Dr. Yakup Aykaç jî bû mêvanê Rûdawê û behsa sempozyum û projeyên enstîtuyê kir û got:
“Di ser berhema Mem û Zînê ya Ehmedî Xanî re 330 sal derbas bûn. Wekî Enstîtuya Ehmedê Xanî ya li Wanê me xwest em sempozyumekê li dar bixin.
Me xwest girîngiya Ehmedê Xanî û girîngiya berhema kanonîk Mem û Zînê derxin pêş.
Bi vê sempozyumê re me xwest peyamên vê berhemê dîsan derxînin holê.
330 sal di ser nivîsîna wê berhemê (Mem û Zînê) derbas bûn lê em hîn jî nîqaşan li ser berhemê dikin.
Enstîtuya Ehmedê Xanî 2023yan li Swêdê ava bû. Di Çiriya Pêşîn a 2024an jî de Şaxa Wanê ya Enstîtuya Ehmedê Xanî hat vekirin.
Derdê enstîtuya me ev e; em dixwazin bîr û ramanên Ehmedê Xanî belav bikin. Beriya her tiştî em dixwazin Ehmedê Xanî fam bikin û piştre bidin famkirin.
Çawa ku li cem Almanan Enstîtuya Goethe heye, li cem Spanyayiyan Enstîtuya Cervanstes û heye, li cem Îngîlîzan Enstîtuya Sheakespire heye me jî Enstîtuya Ehmedê Xanî heye.”
Akademîsyen Aykaç behsa xebatên ensîtuyê kir û wiha domand:
Navê Ensîtuya Ehmedê Xanî ye lê em tenê ne li ser berhemên Ehmedê Xanî di paşerojê de em dê bi awayekî, akademîk û zanistî xebatên xwe ji bo hemû edîb û helbestvanên xwe ji bo hemû zanayên xwe bikin.
Em dê wan bînin rojevê bi xwe em dê wan fam bikin û wan bidin famkirin. Di heyama salekê de li dor Ehmedê Xanî û berhemên wî me 4 sempozyum li dar xistin.
Derfet hebe em dixwazin li Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî şaxên enstîtuya xwe vekin. Wekî manîfesto em dixwazin peyamên Ehmedê Xanî li ser ziman, çand, nasnameya Kurdî nas bikin û bidin nasîn.”
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin