
Yadê Şehîdên tevgêra Jin, Jiyan, Azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê bilind tê ragirtin
.
Li Sêyemîn salvegera şehîdbûna xortên Kurd li şoreşa Jîna yê de, malbatên wan şehîdan serdana mezarên şehîdan kirin û bi gotar û merasiman û bi danîna deste gulan li ser gora wan, yadê wan bilind nirxandin û peyman digel riha wan nû kirin.
Dayîka Şehîd Mihemed Hesenzade li Bokanê ço ser gora kurê xwe û got: Min tu pêşkêşî vê axa ciwan kirî lorîkê min, heçî kesê vê axê nexwaze, heya û şeref û namûs çinîne.
Li bajarê Bokanê malbata Şehîd Emced Ênayetî, bo bîranîna yadê wî şehîdî, serdana gora wî kirin û mezarê wî bi gulan xemilandin.
Li Mihabadê jî dayîka Şehîd Duktor Azad Husêynpûrî bi qewdikên gulan serdana gora şehîdê xwe kir.
Herwisa li Mihabadê Dayîka Şehîd Mêhran Rehmanî li sêhemîn salvegera şehîdbûna kurê xwe de, serdana gora şehîdê xwe kir.
Li bajarê Sinê jî malbatên Şehîdan û evîndarên rêka azadiyê, bi armanca bilindragirtina yadê şehîdên şoreşa Jînayê, li li ser Çiya yê Awiyer merasimek pêk anîn û peyman digel riha şehîdan nû kirin, herwisa malbatên çend şehîdan bi deste gulan çone ser gora şehîdên xwe yad û navê wan bilind nirxandin.
Li bajarê Dîwanderê jî dayîk û bavê şehîd Şaho Behmenî çone ser gora kurê xwe û mezarê wî bi gulan xemilandin.
Herwisa bo bîranîna yadê şehîdan Hîwa Cancan, Esed Rehîmî li salvegera şehîdbûna wan de, malbat û kesûkarên wan, yadê wan şehîdên şoreşa Jîna yê bilind ragirtin û qewde gul danîne ser gora wan.
Li meha Xezelwera 3 salan berî niha, li pêvajoya şoreşa Jîna yê de, dehan xortên Kurd ji aliyê rêjîma dîktator a Îranê ve hatne şehîdkirin.
Gelê Kurd ti carî ne yadê şehîdên xwe ji bîr dike û ne jî armancên ku wan şehîdan li pêxemê de canê xwe gorî kirinî ji bîr dike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin