Xwîşka qurbaniyên komkujiya Cindirêsê: Bila xwîna şehîdên me li erdê nemîne

Xwîşka qurbaniyên komkujiya Cindirêsê: Bila xwîna şehîdên me li erdê nemîne

.

A+A-

Xwîşka qurbaniyên komkujiya Cindirêsê Rûşîn Mihemed Osman ragihand ku ew hêj ji çekdarên opozisyona Sûriyê ve gef li wan tê xwarin û ji desthilatdariya Tirkiyê daxwaz kir ku ji bo ku dawî li çalakiya xwe bînin.

Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê  êvara 20ê Adarê, bi sedema dadana agirê Newrozê 4 welatiyên Kurd yên ji malbatekê bi navên bi navên Ferhadîn Osman (43), Mihemed Osman (42), Nazmî Osman (38) û Mihemed Ferhadîn Osman (18) ji aliyê çekdarên grûpa bi navê Ehrar El-Şerqiye ve, hatin gullebarankirin û canên xwe jidest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Karvedanên li dijî vê in. Tevî ku tê gotin kujerên komkujiyê hatine girtin jî lê dîsa jî rewşa li Cindirêsê aloz e. Rûşîn Mihemed Osman, xwişka qurbaniyan, ji Rûdawê re diyar kir, ew daxwaza derketina grûpên çerkdar û destwerdana navdewletî dikin.

Xwîşka 3 qurbaniyên komkujiya Cindirêsê Rûşîn Mihemed Osman beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa hinek hûrgiliyên wê komkujiyê kir.

Rûşîn Mihemed Osman got: “Di erdhejê de hinek malên me hilweşiyan û hinek jî zirar dîtin. Ji ber wê jî em ji tirsa hilweşînê nikarin bikevin malên xwe. Em her roj li ber derî agir pêdixin. Wê rojê, bi hinceta agirê ku di qutiya toza şîr de li ser banê hatibû pêxistin, li birayê min û biraziyê min xistin. Dema birayê min mudaxeleyî bûyerê kir çek bi kar anîn. Birayê min got `Êdî bes e ji vê zilmê re` û li dij derket. Sê bira û biraziyê min gulebaran kirin û kuştin.”

Rûşîn Osman diyar kir ku piştî bûyerê ji bo cenazeyan bigirin çûn nexweşxaneyê, lê cenaze avêtibû ber derî û got: “Xelk li me xwedê derket. Em çûn pêşiya nexweşxaneyê. Di vê navberê de endamên Ehrar El-Şerqiye çekên xwe derxistin û xwestin êrişî ciwanên me bikin. Em naxwazin êdî xwîn birije.”

Rûşîn Osman herwiha diyar kir ku piştî bûyerê berê wan dane Heyet Tehrîr Şam ku piraniya herêma Idlibê û beşek ji rojavayê Helebê kontrol dike û got: “Lê kesî tiştek ji bo me nekir. Sozên hatîn dayîn nehatin cîbicîkirin. Em ji aliyê komên çekdar ve tên tehdîtkirin. Em çûn polîsên leşkerî yên Efrînê, wan jî tiştek nekir.”

Osman herwiha diyar kir, ew daxwaza derketina grûpên çerkdar dikin û tekezî li ser girîngiya destêwerdana rêxistinên navdewletî jî kir, herwiha behsa pêwîstiya destpêkirina lêpirsîn û lêkolînê kir, wiha jî cîhan dengê wan bibihîse û mafê wan bê bicihanîn.

Rûşîn Osman qalikê vala yê guleya ku berdana birayên wê nîşan da û got: “Em dixwazin ev xwîn li erdê nemîne. Her yek ji wan 3-4 zarok li pey xwe hiştin. Jixwe mala me wêran bû. Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku ji vê rewşê re çareseriyekê bibînin. Em bang li dewleta Tirk dikin. Van komên çekdar ji vir derxînin. Bila dengê me bibihîzin.”

Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku 3 kes bi tohmeta kuştina wan 4 kesan hatine girtin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serok Mesûd Barzanî jî di daxuyaniyên cuda de ev êrîş şermezar kiribûn.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed roja Çarşemê 22yê Adara 2023yan bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re civiyabû û gotibû: “Min peyama cenabê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gîhand ku em hemû xemgîn in li Kurdistanê ji ber wê bûyera ku çêbûye li wê derê û wî soz da ku bi rêkarên yasayî û bi awayekî adilane ew kes bêne darizandin.”

Çavkanî: Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin