
Xwenîşandanên xwendekarn li bajarên Têhran û Meşhedê de dest pêkirin
.
Li roja Şemî 21ê Şibatê de ligel destpêkirina dubare ya waneyan li zanîngehan de, xwendekaran li bajarên Têhran û Meşhedê de bi lidarxistina kombûn, mangirtinê û lixwekirina kincên reş, yada xwendekarên şehîdbûyî bi bilind ragirtin.
Xwendejarên zanîngeha Emîr Kebîr bi belavkirina banghêjiyekê ragihandin ku dubare dest bi berxwedanê kirine û durûşma “ev dawî peyam e, armanc tevawiyeta rêjîmê ye”, “îsal sala xwîn e seydelî sernixûn e” dan.
Xwendekarên zanîngeha Şerîf jî kombûna nerizaytîyê lidar xistin û durûşma “azadî azadî”, “heta axund neyê kefenkirin weten nabe weten” dan.
Li zanîngeha Bihiştî de jî xwendekarên zanokoya rewanpizişkî û zanista perwerdehiyê jî yada xwendekarên şehîd bi lidarxistina kombûna vebîraninê bi bilind ragirtin.
Hevdem xwendekarên zanistên pizîşkî ya bajarê Meşhedê jî li hewşa zanîngehê de man girtin û dirûşmên wek “azadî azadî” û “xwendekar bo mafê xwe bike hawar” dan.
Li wan zanîngehan de hêzên tepeserkare rêjîmê hewla bêdengkirin û belavkirina wan nerizayteiyan dan ku rastî berxwedana xwendekaran hatin û şer û levdan li navbera wan d eqewimî.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin