
Xwendekarên Zanîngeha Mûnzurê: Em li zanîngehê leşkeran naxwazin
.
Xwendekarên Zanîngeha Mûnzurê biryara veguhastina Parêzgariya Dêrsimê û Dadgehê ya li nav zanîngehê protesto kir û got, “Em li zanîngehê polîs û leşkeran naxwazin.”
Birêvebiriya Zanîngeha Mûnzurê meha îlonê biryar dabû ku Walîtî û Dadgeh derbasî avahiya pirtûkxaneyê ya zanîngehê bibin.
Xwendekaran ev biryar protesto kir.
Alî Sezer li ser navê xwendekaran axivî û got ku rektor ango birêvebirê zanîngehê nikare bêyî xwendekaran biryareke wiha bide û wiha domand:
“Ev biryar bêyî xwendekaran hatiye dayîn. Anîna walîtî û dadgehê ya nav zanîngehê li dijî xweseriya zanîngehan e û binpêkirina yasayan e.”
“Em li zanîngeha xwe çekdaran naxwazin”
Xwendekaran gotinên rektor ên wekî "Dê deriyên pirtûkxane û dadgehê cuda bin" qebûl nekirin û got:
"Em wekî xwendekar naxwazin li nav zanîngeha me polîs û leşker bi çek û unîformayan bigerin.
Em vê biryarê qebûl nakin û dixwazin rayedar dev ji vê biryarê berdin."
Piştî daxuyaniyê xwendekaran xwest bimeşin lê hêzên ewlehiyê yên taybet û polîsan rê neda wan.
Xwendekaran li hemberî vê astengiyê çalakiya rûniştinê kir û hêzên ewlehiyê midaxeleyî wan kir.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin