
XURMATÛ- Hêzeke leşkerî ket navendeke dengdanê
.
Li bajarokê Xurmatûyê, di dema birêveçûna hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de, hêzeke mezin a leşkerî bi çekên giran ket navendeke dengdanê.
Hat ragihandin ku hêzê ji ber qerebalixiyê ji bo nîv saetê navendeke dengdanê girtiye.
Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê Horvan Rifet, ew hêz ser bi artêşa Îraqê ve ye û navê wê "Hêza Taybet a Îraqî" ye. Cil, çek û otomobîlên wan ji yên hêzên din cuda ne.
Hat ragihandin ku hêzê topên 106mm û çekên navîn hilgirtine û heta bi çekan ketine nav navendên dengdanê.
Komîsyon: Em dê lêkolînê bikin
Serokê Tîma Medyayî ya Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê Îmad Cemîl ji Rûdawê re got, "Bi ti awayî destûr nîne ku ti endamekî hêzên ewlehiyê bi çekan bikeve nav navendên dengdanê û ev yek li dijî rênimayên komîsyonê ye."
Cemîl her wiha got, "Em dê li ser vê mijarê lêkolîneke hûr bikin û pêwîst e li hember kesên ku ev kar kirine rêkarên yasayî bên wergirtin."
Alîkarê Berpirsê Melbenda Hemrînê yê YNKyê Mela Hesen Germiyanî ji Rûdawê re axivî û got, "Ew hêz ji bo parastina pêvajoya dengdanê hatiye û ti bandoreke wê ya neyînî li ser beşdariya welatiyan nebûye."
Li gorî wî berpirsê YNKyê, hêzê rê li ber ti Kurdî negirtiye ku beşdarî dengdanê bibe û rêjeya beşdariyê li gorî salên borî zêdetir bûye.
Welatiyekî Xurmatûyê jî nerazîbûna xwe nîşan da û ji Rûdawê re got, "Ev hemû Hummer, Bager û çekên giran ên ku hûn dibînin, ne ji bo şer in, ji bo hilbijartinê ne.
Me di yasaya ti welatekî de tiştekî wiha nedîtiye."
Êrişa li dijî ciwanê Kurd
Di heman rojê de leşkerekî Îraqê ji ber Alaya Kurdistanê bi qûndaxa çeka xwe êrişî ciwanekî Kurd kiribû.
Wezareta Pêşmergeyan di daxuyaniyekê de ev bûyer şermezar kir û got, "Em bi tundî wan reftarên kirêt ên çend leşkerên artêşa Îraqê şermezar dikin ku li Xurmatûyê êrişî ciwanekî Kurd kirine,tenê ji ber ku Alaya Kurdistanê hilgirtibû."
Serokê Odeya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê Ferîq Seid Men ji Rûdawê re got, "Ew leşkerê ku êrişî welatiyê Xurmatûyê kiribû hatiye girtin."
Şêwirmendê Parêzgarê Selahedînê ji bo kar û barên Herêma Kurdistanê Kawe Şêxanî jî ji Rûdawê re got, "Em çûne mala wî ciwanî û li gel nûnerê operasyonên hevbeş ên Selahedînê me li ser bûyerê lihevkirinek çêkiriye lê leşker hîn girtî ye."
Xurmatû bajarekî Kurdistanî ye ku piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn, hejmarek xaniyên malbatên Kurd tê de hatin teqandin û gelek Kurd neçar man bajêr biterikînin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin