Xezelî: Zextên rûxandina Heşdî Şebiyê gelekî metirsîdar in

Xezelî: Zextên rûxandina Heşdî Şebiyê gelekî metirsîdar in

.

A+A-

Sekreterê Giştî yê Esayîb Ehl El-Heqê Qeys Xezelî diyar kir ku Amerîka û Brîtanya li dijî Îraqê komplogeriyê dikin.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehl El-Heqê radigihîne ku zextên derve yên li dijî derxistina yasaya Heşdî Şebiyê gihiştine asteke "gelekî metirsîdar."

Qeys Xezelî şeva borî gotarek pêşkêş kir û got,"Mijara yasaya Heşdî Şebî ji pirseke navxweyî veguheriye mijareke navneteweyî.

Welatên wekî Amerîka û Brîtanyayê bi awayekî eşkere bi rêya medyayê behsa Heşdî Şebî û pêwîstiya hilweşandin an jî têkelkirina wê dikin."

Li gorî gotina Xezelî, Berpirsê Balyozxaneya Amerîkayê yê Bexdayê Steven Fagin, bi hinek serkirdeyên siyasî yên Îraqê re civiyaye û dilgiraniyên Washigntonê yên derbarê mijarê de ji wan re ragihandiye.

Pêşniyaryasaya Heşdî Şebî ji 18 madeyan pêk tê. Encûmena Wezîran a Îraqê 25ê Sibata 2025an ew pejirand û Parlamentoya Îraqê xwendina yekem û duyem jê re kiriye û tenê dengdana wê maye.

Di pêşniyaryasayê de, Heşdî Şebî wekî beşek ji hêzên çekdar ên Îraqê hatiye pênasekirin û bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ve hatiye girêdan.

Serokê saziyê xwedî desthilata herî bilind e û ji siyaseta karê saziyê berpirsyar e û çavdêriya çalakiyên wê dike.

Xezelî her wiha got, "Pêgiriya wan a li ser rûxandina an têkelkirina Heşdî Şebiyê eşkere dike ku komployeke wan a ji bo lêdana Îraqê heye û projeyeke heye ku bi hebûna Heşdî Şebiyê ew pêk nayê. "

Heşdî Şebî, piştî derketina rêxistina DAIŞê di sala 2014an de bi fetwaya Rêberê Şîeyên Îraqê Elî Sîstanî ve hat avakirin.

Budceya Heşdî Şebî ya sala 2024an 4 trilyon û 500 milyar dînar bû. Li gorî yasaya budceyê, hejmara endamên Heşdî Şebiyê 238 hezar û 75 kes e.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin