
Xelkê Xaneqînê ji guhertina îdarî û demografîk ne razî ne
.
Li bajarê Xaneqînê îro mangirtineke giştî hat ragihandin; dibistan, fermangehên hikûmetê, dukan û bazar hatin girtin. Welatiyên Xaneqînê, aliyên siyasî û çalakvan bi yek dengî biryarên Encûmena Parêzgeha Diyale û Wezareta Plansaziyê ya Iraqê yên ji bo veqetandina nahiyeyên Cebare, Qeretepe, Culale û Sediyê ji Xaneqînê red dikin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Xaneqînê da zanîn, daxwaza sereke ya xelkê herêmê betalkirina van biryaran e, ji ber ku ew vê gavê wekî hewldanekê ji bo lawazkirina pêgeha Xaneqînê û guhertina demografîk dibînin.
Çalakvanê bi navê Emîr Xaneqînî ji Kurdistan24ê re diyar kir ku mamoste û karmendan boykot ragihandine û got: "Em daxwaza cîbicîkirina Madeya 140 a Destûrê dikin û em nahêlin Xaneqîn were piştguhkirin. Niha ti nahiyeyek bi ser bajarê me ve nemaye û metirsî heye ku pêgeha Xaneqînê ji qezayê daxînin bo nahiyeyê."
Herwiha çalakvana bi navê Rajan destnîşan kir, armanca van biryaran bêhêzkirina dengê Kurdan û jinavbirina çanda herêmê ye. Rajan hişyarî da ku heke ev biryar neyên betalkirin, ew ê di rojên pêş de rêyên sereke bigirin û xwepêşandanên pir berfirehtir li seranserê herêmê encam bidin.
Guhertinên piştî 16ê Cotmehê
Rewşa Xaneqînê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an kete qonaxeke dijwar. Ji ber têkçûna ewlehiyê, nêzîkî 40 gundên Kurdan li sînorê Xaneqînê hatin valakirin. Di gava herî dawî de, Encûmena Parêzgeha Diyaleyê nahiyeya Qeretepeyê kir "qeza" û Cebare jî xist ser wê, da ku bi vî awayî wan bi temamî ji Xaneqînê qut bike.
Xelkê Xaneqînê vê biryara îdarî wekî "pêvajoyeke nû ya erebkirinê" pênase dikin û daxwaz dikin ku hikûmeta federal dest ji van biryarên yektalî berde.
(K24)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin