Xelkê Şingalê ji ber şer dîsa aware bû

Xelkê Şingalê ji ber şer dîsa aware bû

.

A+A-

Ji ber şerê di navbera artêşa Iraq û YBŞê de bi sedan malbatê malbatên ji Şingalê dev ji cih û warên xwe berdan û berê xwe dane kampan.

Li gor Dezgahe Xêrxwaziya Barzanî 633 xêzan ku bêtirî wan ji komelgehên Dûgor û Sinûnê aware bûne û awarbûn berdewam e.

Yasîn Ebas got “Di navbera Artêşa Iraq û YBŞ şer derket. Şerê wan li nav cadeyan bû, bawer nakim Kes di nav gorê de bimîne.”

Nîskî Omer dibêje “Me tiştek bi xwe re neaniye, me tenê belgeyên xwe anîne.”

Îlxae Çukê diyar kir “Dinge dinga hawinan dihat, ji wê tirsê em reviyan hatin.”

Sîlîna Seîd ragihand “Ew der ne xweş bû û gule diteqiyan.”

Ya pêşwaziyê dike, bixwe aware ye. Bi tenê yek çadir li kampa Çemişko ya Zaxo heye. Bi awayekî hevşêwê dê xelk her zû deriyên mal û kempên xwe ji bo awareyan vekirin.

Awareya kampa Çemişko Samya Qasim dibêje “Dûgor hemû hatin, şer bû, teyare bûn û em dê biçine kampa Qadya.”

Awarebûyî li gorî daxwaza xwe li ser 15 kampên li parêzgeha Duhokê hatin belavkirin. Li kampa Çemişko ya Zaxo bi tenê dikare 25 xêzanan werbigre.

Rêveberê Kampa Çemişko, Bizav Ebdulezîz diyar kir “Em hemûyan tomar dikin weku haletekê lezgîn û qonaxa duv re dê pêdaçûn bête kirin.”

Ji ber şerê di navbera artêşa Iraqê û hêzên YBŞ û Asayişa Êzîdîxanê de beşek ji xelkê Şingalê aware bûne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin