Xelkê Rîsê piştî 4 salan vegeriya gundê xwe lê malên wan wêran bûne

Xelkê Rîsê piştî 4 salan vegeriya gundê xwe lê malên wan wêran bûne

.

A+A-

Xelkê Gundê Rîsê ê ser bi qezaya Batîfa li sinorê Îdareya Serbixwe a Zaxoyê piştî 4 salan vegeriya gundê xwe, ku ew  ji ber şerê gerîlayên PKKê û arteşa Tirkiyê bi neçarî ji gundê xwe reviyabûn. Gundî vegeriya lê gund ne gundê berê ye û hema bêje wêran bûye. Piraniya rez û baxên wan hişk bûne û divê ji nû ve şên bikin.

Xelkê Gundê Rîsê yê Baftîfayê ku ev nêzîkî li çar salan e vala kirine û li Zaxo û Btîfayê bicih bibûn,  berî çend rojan hejmareke ji wan çûn gundê xwe lê mal û kelûpêlên hatine têkdan rez û baxên wan jî hişk bûne.

Nîştecihê Gundê Rîsê Îslam Sadiq dibêje: “Cara ewil dema herekata artêşa Tirkiyê hat me mal û hemû tiştên xwe li paş xwe hiştin û em hatin. Me hemû tiştê xwe li nav hundirê malê hişt, me got em dê piştî çend rojên din dîsa vegerin. Paşê qedexe bû û êdî me nekarî em biçin. Berî 6-7 rojan em çûn nav gund. Xelkê çû gund dît ku her tişt têk dane û tiştek nemaye.”

Xelkê Gundê Rîsê Ekrem Êziz jî da zanîn ku di nav gund de rê hatiye çêkirin û hemû zeviyên cotkaran wêran bûye û got: “Rê ji aliyê artêşa Tirk ve hate vekirin da ku xwe bigihîne xalên leşkerî. Ji xeynî zerarên ku li zeviyên me hatine dîtin, zirarên me jî hene.”

Li sînorê Qeza Batîfayê ji ber şerê di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de 13 gund hatine valakirin û demê salekê ye bombebaran ji deverê kêm nebûne.

Qeymiqamê Batîfayê Ferhad Mehmûd jî diyar kir ku di wan demên dawiyê de rewşa navçeyê aram e û ti bûyerek çênebûye.

Artêşa Tirkiyê cadeyek di nav Gundê Rîsê re birine û rez û baxçeyên xelkê têk dane.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin