Xelkê Dêrsimê daxwaz dikin zarok zimanê Kurdî hilbijêrin

Xelkê Dêrsimê daxwaz dikin zarok zimanê Kurdî hilbijêrin

.

A+A-

 Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ku piraniya xelkê wî bajarî bi zimanê Zazakî diaxive, hemwelatî dibêjin divê herkes li zimanê xwe xwedî derbikevin û daxwazin dikin xwendekar li dibistaan dersên zimanê Kurdî hilbijêrin.

Dêrsim, yek ji wan parêzgehên Bakurê Kurdistanê ye ku piraniya niştecihên wê bi zaravayê Kirmanckî-Zazakî diaxivin. Peyamnêrê Rûdawê Alî Haydar Gozlu daketiye nava xelkê û nerîna wan li ser dersa bijarte a Kurdî zaravayê Zazakî wergirtiye.

Li Dêrsima ku nifûsa kurdên elewî herî zêde lê zêde ye, welatiyan bang li malbatan kirin ku ji bo dersên bijartê yên ku dê di 21ê Çileyê de bi dawî bibin, zimanê zikmakî yê zarokên xwe hilbijêrin.

Li gorî UNESCOyê 18 zimanên cîhanê yên ber bi windabûne ve diîin 18 û Bakurê Kurdistanê ne. Di nav van zimanan de zaravayê Kirmanckî yê Kurdî jî heye.

Welatiyên diyar dikin ku ji bo mayîndekirina ziman divê pêşî di nava malbatê de bê axaftin, her wiha diyar dikin ku divê her kes li zimanê xwe xwedî derkeve.

Welatiyê bi navê Suleyman Ozmen got: “Bila pêşî zimanê me li malê bê axaftin, dê û bav biaxivin, bi la li derdora were axaftin. Ev zimanê me ye. Helbet divê li dibistanan gaveke din bê avêtin. Eger ev ziman li dibistanan were xwendin, divê dê û bav zarokên xwe bişînin vê dersê û zarok jî dê li dibistanan baş fêrî ziman bibin.”

Welatî Sînan Baytekîn jî got: “Zimanê me Zazakî di xetereya windabûnê de ye. Tenê li malê tê axaftin û ne wek berê. Zarokên me jî divê hîn bibin. Divê zarok li dibistanê vî zimanî hîn bibin. Di vê demê de li dibistanan dersên bijarte dest pê kirin. Bila zarokên xwe bişînin û bo Zazakî qeyd bikin.”

Welatî Mûsa Halborî jî dibêje: “Bila mirov li zimanê we xwedî derkeve, bav û kalên me Tirkî nedizanin, bi zimanê xwe diaxivin, ev eslê me ye. Em çawa dikarin zimanê xwe ji bîr bikin, divê her kes vê rêyê bişopîne, li ser vê rêyê bimîne û li zimanê xwe xwedî derkeve.”

Welatî Cihangir Yildiz jî wiha axivî: “Zimanê me zimanê Xizir e. Ez bang li xort û mezinên me dikim, bila bi zimanê me biaxivin, zimanê me ji bîr nekin, zimanê me hînî zarok û birayên xwe bikin.”

Welatî Bulent Yuksel jî got: “Bila malbat vê dersa bijarte ji bo zarokên xwe hilbijêrin. Nexwe dê ev ziman ji holê rabe, mixabin. Ji bo vî zimanî hewqas ked hate dayîn, bila ew ked vala neçin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin