Xelatên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê hatin belavkirin

Xelatên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê hatin belavkirin

.

A+A-

Xelatên duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê hatin belavkirin. Di beşa fîlma hunerî ya dirêj de Mano Yûsif bi fîlma `Cîran` xelata hêrî baş wergirt.

Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê di 29ê Hezîrana 2022an de destpê kir û heta 13ê Tîrmehê li Moskowê berdewam be.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ku ji 54 fîlman pêk dihat, ji wan 30 film di 4 beşan de ketin pêşbirkê.

Îro Duşemê 4ê Tîrmeha 2022an Xelatên duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ku ji 4 beşan pêk dihat hatin belav kirin.

Di nav fîlmên ku hatine xelatkirin di beşa fîlma hunerî ya dirêj de Mano Yûsif bi fîlma `Cîran` xelata hêrî baş wergirt û di beşa Kurtefîlma herî baş a belgefîlmê de Perwîz Rostemî bi fîlma `Heft Semfoniyên Zagrosê` helata herî baş wergirt.

Dêrhênerê ji Rojhilatê Kurdistanê Perwîz Rostemî ku bi bi fîlma `Heft Semfoniyên Zagrosê` di beşa Kurtefîlma herî baş a belgefîlmê de xelat wergirt ji Rûdawê re axivî û got “Hestekî pir xweş e. ev cara yekem e ku beşadarî Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê dibim. Ez gelek xweşhal im ku min di beşa Kurtefîlma herî baş a belgefîlmê de xelat wergirt.”

Herwiha juriyê Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê Nazim Nadîrov derbarê sedema ku fîlma `Heft Semfoniyên Zagrosê` xelata herî baş wergirtiye de amaje bo yekê kir ku `Heft Semfoniyên Zagrosê` filmekî zef baş e, ev fîlm şaheserek e.

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin