Xelata 'Alîgirên Herî Baş' hat Kurdistanê: Serok Barzanî pîrozbahî li Zaxoyê kir

Xelata 'Alîgirên Herî Baş' hat Kurdistanê: Serok Barzanî pîrozbahî li Zaxoyê kir

.

A+A-

 Serok Mesûd Barzanî, bi boneya wergirtina Xelata Alîgirên Herî Baş ên Cîhanê ya FIFAyê pîrozbahî li hemû xelkê Kurdistanê û alîgirên Zaxoyê kir.

Serok Mesûd Barzanî îro bi rêya telefonê pêwendî bi Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo re kir û pîrozbahî li tîma Zaxoyê kir.

"Nasnavekî dîrokî"

Serok Barzanî diyar kir ku alîgirên Zaxoyê karîne nasnavekî dîrokî yê FIFAyê li seranserê cîhanê bi dest bixin û got:

"Ez hemû xelkê Kurdistanê û alîgirên tîma Zaxoyê pîroz dikim"

Tîma futbolê ya Zaxoyê îro xelata "FIFA Fan Award" (Xelata Alîgirên Herî Baş ên Cîhanê) wergirt.

Çi bûbû?

13ê Gulana îsal, alîgirên tîma Zaxoyê di maça tîma xwe ya li hemberî Hudûdê de, bi hezaran bûkik û lîstikok avêtibûn nav stadyumê.

Alîgirên Zaxoyê beriya ku maç dest pê bike ew lîstikok kom kiribûn.

Armanca vê çalakiya wan a balkêş piştgiriya zarokên nexweş û bi taybetî zarokên bi penceşêrê ketine bû.

Ji ber vê reftarê, tîma Zaxoyê bûbû yek ji sê berbijêrên baştirîn alîgirên salê li ser asta cîhanê û di encamê de xelat bi dest xist.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin