Xamineyî gef li Trump xwar: Trump dê wekî Fîrewn bê rûxandin

Xamineyî gef li Trump xwar: Trump dê wekî Fîrewn bê rûxandin

.

A+A-

 Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwenîşandanên ku ji ber krîza aborî dest pê kirine di roja 12an de didomin.

Li gorî amarên dawî, hejmara miriyan gihîşt 42yan û Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyariyeke tund da Tehranê.

Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî li bajarê Qumê daxuyaniyek da û xwenîşander bi "vandalîzmê" tohmetbar kirin.

Xamineyî diyar kir ku hinek kom ji bo ku Donald Trump "memnun bikin" zererê didin milkên giştî û got:

"Ew (Trump) eger dikare bila welatê xwe birêve bibe."

Rêberê Dînî yê Îranê Trump bi Fîrewn û Nemrût şiband û got,"Zalim tam di lûtkeya quretiya xwe de hatine rûxandin. Ev (Trump) jî dê were rûxandin."

Li aliyê din, Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ragihand ku di nava 12 rojan de li her 31 parêzgehên Îranê xwenîşandan çêbûne.

Li gorî rapora HRANAyê, 34 xwenîşander û 8 endamên hêzên ewlehiyê hatine kuştin.

Di nav miriyan de 5 zarokên bin 18 saliyê jî hene. Her wiha hat eşkere kirin ku 2 hezar û 277 kes hatine desteserkirin.

“Em dê li Îranê bidin”

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser xwenîşandanên Îranê daxuyaniyeke tund da û got:

"Eger ew dest bi kuştina xelkê bikin, em dê gelekî bi tundî li wan (Îranê) bidin. Divê ew berdêla vê bidin."

Serokê Amerîkayê JD Vance jî her wiha piştgiriya xwe ji bo xwenîşanderên aştiyane diyar kir û ji Tehranê re pêşniyar kir ku li ser bernameya nukleerî bi Amerîkayê re li ser maseyê rûnê.

Balyozê Amerîkayê yê Îsraîlê Mike Huckabee jî hêviya xwe anî zimên ku sala 2026an bibe sala ku gelê Îranê ji rejîmê re bibêje "êdî bes e."

Huckabee diyar kir ku di navbera Amerîka û Îsraîlê de li ser mijara Îranê ti nakokî nînin.

Xwenîşandanên li Îranê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji ber bêqîmetbûna lîreyê Îranê û krîza aborî dest pê kirin.

Bihayê dolarekî Amerîkî ji milyonek û 350 hezar lîreyî borî ye. Ji ber gurtirbûna xwenîşandanan, li gelek herêman înternet hatiye birîn yan jî gelekî hatiye hêdîkirin.

Li gorî dîmenên li ser medyaya civakî, li Tehranê hinek otobusên şaredariyê hatine şewitandin û hêzên ewlehiyê tedbîrên xwe zêdetir kirine.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin