
Xalên peymana nû ya HSD û Şamê hatin eşkerekirin
.
Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser nexşerêyeke 14 xalî li hev kir.
Li gorî peymanê, agirbest tê ragihandin, HSD vedikişe rojhilatê Feratê û mafên çandî yên Kurdan tên naskirin.
Peymana ku îmzeya Serokkomerî Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser e, gelek guherînên leşkerî û îdarî li xwe digire.
Li gorî xalên lihevkirinê, parêzgehên Reqa û Dêrezorê bi temamî radestî hikûmeta navendî tên kirin û endamên HSDyê tevlî artêşa Sûriyeyê dibin.
Xalên rêkeftinê wiha ne:
1. Agirbest û vekişîn: Agirbesteke bilez û giştî li hemû enî û xetên temasê yên di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de tê ragihandin. Hevdem ligel vê, hemû yekîneyên leşkerî yên HSDyê wekî gaveke destpêkî ji bo jinûve belavbûnê, dikişin rojhilatê Çemê Feratê.
2. Radestkirina Reqa û Dêrezorê: Parêzgehên Dêrezor û Reqayê ji aliyê îdarî û leşkerî ve bi awayekî temam û bilez radestî Hikûmeta Sûriyeyê tên kirin. Ev yek radestkirina hemû sazî û dezgehên sivîl li xwe digire. Her wiha dê fermanên bilez bên derxistin da ku karmendên niha di nav wezaretên pêwendîdar ên Dewleta Sûriyeyê de bên bicihkirin.
3. Yekxistina saziyan: Hemû saziyên sivîl ên li parêzgeha Hesekê di nav sazî û pêkhateyên îdarî yên Dewleta Sûriyeyê de tên yekxistin.
4. Kontrola çavkaniyan: Hikûmeta Sûriyeyê kontrola hemû deriyên sînorî û bîrên petrol û gazê yên li herêmê dike. Divê hêzên rêxistinkirî parastina pêwîst misoger bikin ji bo vegerandina çavkaniyan ji Dewleta Sûriyeyê re, li gel li berçavgirtina taybetmendiya herêmên Kurdî.
5. Tevlîbûna artêşê: Hemû endamên leşkerî û ewlehiyê yên HSDyê di nav pêkhateyên Wezaretên Parastin û Navxwe yên Komara Erebî ya Sûriyeyê de tên yekkirin. Ev yekbûn dê li ser bingeheke takekesî û piştî temamkirina tedbîrên pêwîst ên lêkolîna ewlehiyê be. Rutbeyên leşkerî, mafên darayî û pêdiviyên lojîstîkî dê li gorî wê bên dayîn.
6. Bermayiyên rejîma berê: Fermandariya HSDyê pabend dibe ku bermayiyên rejîma berê nexe nav refên xwe û kar bike ji bo pêşkêşkirina lîsteyên navên efserên ji bermayiyên rejîma berê yên ku li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne.
7. Parêzgarê Hesekê: Fermaneke serokatiyê dê were derxistin ji bo destnîşankirina berbijêrekî ji bo wergirtina posta parêzgarê Hesekê, wekî garantiyekê ji bo beşdariya siyasî û nûneratiya xwecihî.
8. Herêma bêçek li Kobaniyê: Dîmenên leşkerî yên giran ji bajarê Kobaniyê tên vekişandin. Hêzeke ewlehiyê ji xelkê bajêr tê avakirin û hêzeke polîsê xwecihî ku ji aliyê îdarî ve girêdayî Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê be, li wir dimîne.
9. Dosyeya DAIŞê: Rêveberiya berpirsiyar a dosyeya girtî û kampên rêxistina DAIŞê û hêzên ku bi ewlehiya van dezgehan hatine erkdarkirin, di nav saziyên Hikûmeta Sûriyeyê de tên yekxistin. Bi vî awayî Dewleta Sûriyeyê bi temamî berpirsiyariya yasayî û ewlehiyê hildigire ser xwe.
10. Postên bilind: Lîsteya berbijêrên ku ji aliyê fermandariya HSDyê ve ji bo postên bilind ên leşkerî, ewlehî û sivîl di nav pêkhateya navendî ya dewletê de hatine pêşkêşkirin, tê pejirandin da ku hevbeşiya niştimanî were misogerkirin.
11. Mafên çandî û "Maktûm": Pêşwazîkirina Fermana Serokatiyê ya hejmar 13 a sala 2026an tê kirin. Ev ferman naskirina mafên çandî û zimanî yên Kurdan û çareserkirina mijarên maf û sivîl ên hilawîstî li xwe digire. Di nav de rewşa kesên netomar (bêwelatîname/maktûm) û gilînameyên mafên milkiyetê yên ku vedigerin dehsalên berê hene.
12. Derxistina PKKyê: Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pabend dibin ku hemû serkirde û endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên ne Sûriyeyî derxin derveyî sînorên Komara Erebî ya Sûriyeyê, bi awayekî ku serwerî û aramiya herêmî misoger bike.
13. Hevkariya bi Amerîkayê re: Dewleta Sûriyeyê pabend dibe ku li dijî terorê (DAIŞ) wekî endameke çalak di Hevpeymaniya Navneteweyî de, bi hevahengiya ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, têkoşîna xwe bidomîne da ku ewlehî û aramiya herêmê were misogerkirin.
14. Vegera koçberan: Kar bê kirin ji bo gihiştina lihevkirinan derbarê vegera ewle û birûmet a xelkê herêmên Efrîn û Şêx Meqsûdê ya bo malên xwe.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin