Wolfgang Ischinger: Hatina Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî ya Munîhê gelekî girîng e

Wolfgang Ischinger: Hatina Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî ya Munîhê gelekî girîng e

.

A+A-

Serokê Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê Wolfgang Ischinger ragihand ku piştî şerê dûdirêj û guherîna rejîmê ya li Sûriyeyê, beşdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ya di konferansê de gelekî girîng e.

Ischinger her wiha tekez kir ku Ewropa di demeke dirêj de dikare bêyî Amerîkayê jî parastina xwe bike.

Serokê Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê Wolfgang Ischinger ji Rûdawê re axivî.

“Ewropa dikare parastina xwe bike”

Ischinger li ser hêza Ewropayê û pêwendiya bi Amerîkayê re diyar kir ku Ewropa bi 27 welatên endam û hevalbendên xwe yên wekî Brîtanya, Norweç û Tirkiyeyeyê gelekî bihêz e.

Ischinger li ser vê mijarê wiha got, "Ewropa dikare bêyî Amerîkayê bi hêz be lê di rewşa niha de şerekî dagirkeriyê ji aliyê Federasyona Rûsyayeyê ve li dijî Ukraynayê heye.

Ji ber vê yekê em bi lez hewceyî hevbeşê xwe yê Amerîkayê ne.

Em niha ne hêzeke leşkerî ya yekgirtî ne lê di demeke dirêj de Ewropa dikare xwe biparêze.

Ti yasaya xwezayî nîne ku bibêje 450 milyon Ewropî nikarin di warê leşkerî de parastina xwe bikin. Divê ev bixwebawerî bi me Ewropiyan re hebe."

“Sûriye bi parastina mafên Kurdan dibe welatekî asayî”

Wolfgang Ischinger beşdarbûna Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî ya di konferansê de wekî gaveke dîrokî nirxand.

Ischinger eşkere kir ku ew dixwazin Sûriye bibe welatekî aştîxwaz û wiha li pey çû:

"Ev yek piştî wan salên dûvdirêj ên şer û piştî guherîna rejîmê gelekî girîng e.

Em hemû hêvî dikin Sûriye bibe welatekî aştîxwaz ku tê de hem Sûriyeyî, hem niştecihên Kurd û hem jî yên din bikarin di nav aştiyê de bi hev re bijîn.

Em amade ne, hikûmeta federal û hevbeşên wê, ji bo ku kar ber bi arasteyeke rast ve biçin her tiştî bikin û piştgiriya darayî jî pêşkêş bikin.

Ez vê yekê wekî pêşhateke dîrokî dibînim ku Sûriye di dawiyê de bibe welatekî asayî."

“Em dixwazin Nêçîrvan Barzanî bibînin”

Ischinger bal kişand ser rola Serokê Herêma Kurdistanê ya di navbeynkariya navbera Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Sûriyeyê de û girîngiya navçeyê wiha got:

"Me di salên borî de her tim serkirdayetiya Kurd û Barzanî vexwendine. Me girîngiya vê herêmmê nas kiriye.

Çi li hundir û çi li derveyî Sûriyeyê, aştî karê me yê pêşîn e, ne hevrikiyên nû. Belê, ez dê gelekî kêfxweş bibim eger ez karibim Birêz Barzanî bibînim."

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin