Wezîrê Samanên Siruştî: Armanca êrîşên terorîstî têkdana ewlehî û projeyên Herêma Kurdistanê ye

Wezîrê Samanên Siruştî: Armanca êrîşên terorîstî têkdana ewlehî û projeyên Herêma Kurdistanê ye

.

A+A-

Wezîrê Samanên Siruştî yên Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed li ser êrîşa şeva borî ya ser kelgeha Kormor a gazê da xuyakirin, berpirsatiya hikûmeta Iraqê ye lêkolînê di kiryarên teroristî de bike û rêgiriyê lê bike.

Wezîrê Samanên Siruştî yên Herêma Kurdistanê yê bi wekalet Kemal Mihemed di civîneke rojnamevanî de ragihand, “Armanca van kiryarên terorîstî, têkdana ewlehiya Herêma Kurdistanê û projeyên li Herêma Kurdistanê têne kirin e. Em van êrîşan şermezar dikin û ew neyin qebûlkirin.”

Kemal Mihemed got: “Me berê ev pirs bi Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Petrola Iraqê re gotûbêj kirine. Ji berpirsatiya hikûmeta Iraqê ye lêkolînê di van kiryarên teroristî de bike û rêgiriyê lê bike.”

Şeva borî 25ê Tîrmeha 2022an bi moşekên katyuşa êrîşek li dijî kêlgeha gazê ya Kormorê hat kirin ku ti ziyanên canî çênebûn. 25ê Hezîrana 2022yan jî bi moşekan êrîşî kêlgeha gazê ya Kormorê hatibû kirin ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Samanên Sirûştî Kemal Mihemed, Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û hejmarek rayedarên din ên Hikûmeta Herêmê serdana kêlgehê kirin û biryar hat dayîn, li derdora kêlgehê hêzên zêdetir werin bicihkirin.

Kêlgeha gazê ya Kormorê ku di sala 2007an de hatiye avakirin û dikeve sînorê nehiya Qadir Kerem a navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ku ji aliyê Kompaniyên Dana Gas û Hîlala Îmaratî ve veberhênan tê de tê kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin