
Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê: Em ji bo ku Kurdî li ser televîzyona dewletê were zêdekirin dixebitin
.
Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Hemze Mistefa ji Rûdawê got ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê ji bo zêdekirina bultena nûçeyan a bi Kurdî li televizyona fermî ya Sûriyeyê kar dike.
Hemze Mistefa her wiha got, hikûmeta nû giringiyê dide çand û zimanên cuda û derfetan ji wan re peyda dike.
Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Hemze Mistefa li Şamê konferansa rojnamegeryê ya heftane ya ragihandina kar û çalakiyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li dar xist.
Hemze Mistefa di konferansê de pirsên nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê bersivandin.
Hemze Mistefa di bersiva pirseke Rûdawê de derbarê hebûna bultena nûçeyan a bi zimanê Kurdî li Televizyona Fermî ya Sûriyeyê got:
"Zêdekirina zimanê Kurdî li Televizyona Sûriyeyê fikirek e ku kar li ser tê kirin.
Vekirîbûna ji bo civakan beşek ji polîtîka û ajandeyên hikûmeta nû ye û em dê derfetan bidin ziman û çandên cûda."
Hemze Mistefa got: "Sûriye welatê ziman û çandên cuda ye û pirzimanî û pirçandî yek ji taybetmendiyên dewlemend ên Sûriyeyê ye.
Ev taybetmendiya erênî ti car neyînî nebûye û nabe ku ji aliyê siyasî ve ev pirrengî were bikaranîn.
Hemû aliyên Sûriyeyê li ser mijara mafê çand û zimên hemfikir in, bi taybetî di serdema hikûmeta nû de ev yek bi zelalî xuya ye û di destûrê de jî amaje pê hatiye kirin."
Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê di bersiva pirseke din a Nûçegihana Rûdawê de derbarê mekanîzma karê hevbeş a di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê de li ser tevlîkirina saziyên fermî û qonaxên bicihkirina peymana di navbera Serokkomarê Sûriyeyê û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de got:
"Ew peymana ku li Şamê di navbera Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî de hate îmzekirin, heta niha çavkaniya hemû lihevtêgihiştinan e.
Hikûmet hemû berpirsyariyên xwe yên di vê peymanê de girtine ser milê xwe û bicih anîne.
Pêwîst e bi heman awayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî pabend bin ji bo çareserkirina hemû mijarên cuda."
Rûdaw: Te behsa fikra bulteneke nûçeyan a bi zimanê Kurdî kir. Ji bo ku zimanê Kurdî di saziyên hikûmetê de bibe zimanê fermî, ti înîsiyatîf û pêşniyarên te hene?
Hemze Mistefa: Zêdekirina zimanê Kurdî li televîzyona Sûriyeyê, fikrek e ku li serê tê xebitîn. Vekirîbûn ji bo civakan beşek ji polîtîka û ajandeyên hikûmeta nû ye û em dê derfetan bidin ziman û çandên cûda. Sûriye welatê ziman û çandên cuda ye. Pirzimanî û pirçandî yek ji taybetmendiyên dewlemend ên Sûriyeyê ye û ev taybetmendiya erênî ti caran neeyînî nebûye û nabe ku ji aliyê siyasî ve ev pirrengî bê bikaranîn. Hemû aliyên Sûriyeyê li ser mijara mafê çand û ziman hevfikir in, bi taybet di serdema hikûmeta nû de ev yek pir bi eşkereyî tê dîtin û di destûrê de jî amaje pê hatiye kirin.
Rûdaw: Gavên paşerojê çi ne ji bo lihevkirinê li gel Rêveberiya Xweser? Mekanîzma tevlihevkirina saziyên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û saziyên hikûmetê çawa ye?
Hemze Mistefa: Ew peymana ku li Şamê di navbera Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî de hate îmzekirin, heta niha çavkaniya hemû lihevtêgihiştinan e. Hikûmet hemû berpirsyariyên xwe yên di vê peymanê de girtine ser milê xwe û bicih anîne. Pêwîst e bi heman awayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî pabend bin ji bo çareserkirina hemû mijarên cuda.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin