Wezîrê Pêşmerge bi Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê re civiya

Wezîrê Pêşmerge bi Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê re civiya

.

A+A-

Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê diyar kir, Wezîrê Pêşmerge bi Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê re, li ser hemahengiyên navbera her du wezaretan û mijara fakulteyên serbazî civiya.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê da zanîn, di civînê de Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl bi Wezîrê Berevanî yê Iraqê Cume Înad re, proseya fakulteyên serbazî û pêşvebirina asta zanistî ya wan navendên serbazî û encamdana rahênana hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê bi hev re, gotûbêj kirin.

Herwiha Wezareta Pêşmerge eşkere kir, ji bo parastina asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê û Iraq û navçeyê, her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina zêdetir a hemahengiyên navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin