Wezîrê Perwerdeyê: 32 dibistanên nû ketine xizmeta kerta perwerdeyê

Wezîrê Perwerdeyê: 32 dibistanên nû ketine xizmeta kerta perwerdeyê

.

A+A-

 

 Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd, amadekariyên sala nû ya xwendinê (2026-2027) aşkere kirin û ragihand, siba mamoste dest bi kar dikin.

Wezîr Perwerdeyê Alan Heme Seîd îro 31ê Tebaxa 2026an, di konferanseke rojnamevaniyê de diyar kir, ji bo sala nû ya xwendinê nêzîkî 20 milyon pirtûkên nû hatine çapkirin û %90ê wan gihîştine depoyên bajêr û navçeyan.

Wezîr destnîşan kir, îsal 32 dibistanên nû li seranserî Herêmê hatine amadekiriN. Her wiha wezaret giranî dide geşepêdana xwendina pîşeyî û bicîhkirina sîstema Îngilîzî di navendên xwendinê de.

Hama Seîd ragihand, sibe 1ê Îlonê, mamoste dest bi kar dikin û dê 19 rojan beşdarî xuleke berfireh a perwerdehiyê bibin. Di vê xulê de mamoste dê li ser mijarên teknolojî, zîrekiya destkird (AI) û stratejiya jîngehê perwerde bibin.

Ji bo kêmkirina bargiraniyê, wezaretê biryar da ku her mamosteyekî li derveyî bajêr niştecih be, dikare li nêzîktirîn dibistana cihê rûniştina xwe, beşdarî xula perwerdehiyê bibe.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin