
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê li ser HSDyê daxuyanî da
.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) got, “Divê hemû şaxên wan ên ku li cografyayên cuda û di bin navên cuda de, bi taybetî jî li Sûriyeyê çalak in, demildest û bê şert û merc çekên xwe deynin.”
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler li Enqereyê di çalakiyekê de axivî
Yaşar Guler got, “Ez dixwazim careke din bi bîr bînim ku em dê destûrê nedin ti rêxistinekê bi taybetî PKK/YPG/HSD ku li herêmê bi cih bibe û di bin navên cuda de kar bike.”
Li Enqereyê civîna Tirkiye û Sûriyeyê
Li aliyê din, sibe li Enqereyê dê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ji bo gotûbêjkirina hevkariya ewlehiyê û bipêşketinên dawî civînek were lidarxistin.
Wezareta Karên Derve derbarê civînê de daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û hevkarên wan ên Sûriyeyî dê beşdarî civînê bibin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin