Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Ewlehiyê yê Brîtanyayê re civiya

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Ewlehiyê yê Brîtanyayê re civiya

.

A+A-

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Ewlehiyê yê Brîtanyayê re civiya û tekez li ser bihêzkirina peywendiyên Hewlêr û Londonê kir.

Êvara duh roja Sêşemê, 7ê Mijdara 2023ê, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed bi Wezîrê Ewlehiyê yê Brîtanyayê Tom Tugendhat re civiya.

Li gor peyameke Rêber Ehmed ku li ser tora civakî ya “X”ê parve kiriye, herdu aliyan tekez li ser bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê kiriye û danûstandin li ser berdewambûna hevahengî û karên hevpar ên navbera xwe ji bo berhingarbûna terorê û rêkxistinên tawankariyan kiriye.

Roja Duşemê, 30ê Tebaxa 2023ê, jî Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed bi Wezîrê Ewlehiyê yê Brîtanyayê Tom Tugendhat re li Hewlêrê “hevfehimandina hevpar” li ser hevahengî û hevkarî û rahênanan di warê berhingarbûna tawanên rêkxistî de di navbera herdu hikûmetan de îmza kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin