Wezîrê Karên Derve yê Filistînê, bersiva nameya Efrîniyan da

Wezîrê Karên Derve yê Filistînê, bersiva nameya Efrîniyan da

.

A+A-

Wezîrê Karên Derve û Koçberan ê Filistînê Riyaz El-Malikî, bersiv da nameya xelkê Efrînê ku ji qadên pêwendîdar re şandibû. Di bersiva nameyê de hat gotin ku em qebûl nakin Filistînî li ser axa Kurdan werin bicihkirin.

Beriya niha, şandeke Kurdên Efrînê, li ser pirsgirêka avakirina komelgehên niştecihkirinê ku li herêma Efrînê ji aliyê saziyên Filistînî ve tê payîn, di 8ê Îlona 2022an serdana Konsulê Filistînê yê Hewlêrê Nezmî Hizûrî kiribûn û nameyek dabûn ku ew ji rewşê ne razî ne.

Hat ragihandin di nameya ku ji aliyê Wezîrê Karên Derve û Koçberan ê Filistînê Riyaz El-Malikî ve hatiye bersivandin de hatiye gotin ku

“Di derbarê avakirina komelgehên niştecihbûnê yên ji bo niştecihkirina Filistîniyan a li Efrîn û Sûriyeyê de ku hin ji wan komeleyan navên Filistînî hildigirin, li gorî zanyariyên gihîştine ber destên me, ev karekî takekesî ye û ji aliyê komeleyên ku nûnertiya dewleta Filistînê nakin ve hatiye kirin.”

Di dewama bersiva nameyê de hat ragihandin ku

“Rêxistina Rizgariya Filistînê û têkoşîna wê ya berdewam a ji bo pêkanîna dewleta Filistînê, bi paytexta wê Quds El-Şerîf, bi hemû gelê me yê Filistînê re pabendî mafê vegerê ye û hemû projeyên niştecihbûnê jî red dike.

Yê ku projeyên niştecihbûnê red bike û ji bo azadî û serxwebûnê têdikoşe, nikare kiryarên destdirêjiya li ser ax û milkên kesên din qebûl bike. Bi taybetî jî ku ew kes an jî kom Filistînî bin. Ji ber vê yekê, em niştecihkirina her Filistîniyekî/ê di bin çi navî de dibe bila bibe, li ser axa Kurdî û red dikin û em qebûl nakin maf û milkên malbatên Kurd li Efrînê û deverên din ên Kurdî (li Rojava) bên binpêkirin.”

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêzanîna wan a mezin ji bo gelê Kurd li Sûriyeyê heye ku li rex têkoşîna gelê Filistînê rawestiya, şehîd dan û di nav refên şoreşa Filistînê de ji bo mafên gelê Filistînê, xebat meşandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin