Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê: Em li bendê ne ku Hikûmeta Sûriyeyê siyaseteke giştgîr bimeşîne

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê: Em li bendê ne ku Hikûmeta Sûriyeyê siyaseteke giştgîr bimeşîne

.

A+A-

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul ragihand, “Em li bendê ne ku Hikûmeta nû ya Sûriyeyê siyaseteke giştgîr bimeşîne.”

Li Bruksela paytexta Belçîkayê civîna Konseya Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) tê lidarxistin.

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul beriya civînê pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul got:

“Em li bendê ne ku Hikûmeta Sûriyeyê bi awayekî ku hemû komên neteweyî û olî tê de beşdar bin siyaseteke giştgîr bimeşîne.”

Johann Wadephul li ser Sûriyeyê axivî û anî ziman:

“Sûriye her dem welatekî pirreng bûye.

Em dixwazin alîkariya wê hikûmetê bikin ku bi awayekî pratîkî karibe welêt ji aliyê aborî û siyasî ve bigihîne asteke baş.”

Johann Wadephul piştgiriya xwe ji bo berdewamiya şerê li dijî DAIŞê nîşan da û da zanîn, “Em şerê li dijî terorê pêwîst dibînin.”

Piştî serhildanên sala 2011ê û şerê navxwe Yekîtiya Ewropayê (YE) dest bi sepandina cezayên berfireh ên li ser rejîma Beşar Esed kir.

YEyê hemû pêwendiyên xwe yên fermî yên bi hikûmeta Şamê re qut kirin lê wekî yek ji dabînkerên herî mezin ên alîkariya mirovî ya ji bo penaberên Sûriyeyê berdewam kir.

YEyê 24ê Sibata 2025an biryar da ku hinek cezayên li ser sektorên enerjî, veguhastin û bankayan ên Sûriyeyê bi awayekî demkî kêm bike.

Almanyayê ji sala 2012an ve pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Şamê re qut kiribûn lê Adara îsal balyozxaneya xwe li Şamê vekir.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin