
Wezîrê Îsraîlî: Tirkiye dewleteke dijmin e, têkiliyan qut bikin
.
Wezîrê Kar û Barên Diyasporayê yê Îsraîlê Amichai Chikli di hevpeyvîna xwe ya taybet a bi i24 Newsê re bang kir ku têkiliyên dîplomatîk ên bi Tirkiyeyê re bi temamî bên qutkirin.
Wezîr Chikli diyar kir ku Tirkiye êdî ne hevpeyman e, "Ji bo Îsraîlê dewleteke dijmin e."
Chikli her wiha hişyarî da ku hebûna leşkerên Tirk a li Xezeyê dibe ku bibe sedema şerekî rasterast ê di navbera Artêşa Îsraîlê (IDF) û Artêşa Tirkiyeyê de.
Chikli di hevpeyvîna xwe de li ser parçebûna li Rojhilata Navîn, birêvebiriya Trump, siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê û planên Xezeyê daxuyaniyên balkêş dan.
"Rojhilata Navîn bûye du parçe: Tirkiye di rêzeke radîkal de ye"
Chikli hevsengiyên li herêmê li ser "blokên Sunî" xwendin û îdia kir ku Rojhilata Navîn bûye du beş:
"Rojhilata Navîn di bingehê de bûye du koalîsyonên Sunî yên cuda.
Yek jê koalîsyona Sunî ya Îslamîst a radîkal e ku ji Qeter, Colanî (Sûriye) û Tirkiyeyê pêk tê.
Ya din jî eniya nerm e ku Behreyn, Fas, Îmarat, Misir û Urdinê li xwe digire."
"Erdogan di şopa Ayetulah de diçe"
Wezîrê Îsraîlî Tirkiye şiband Îranê û rewşa demokrasiya Tirkiyeyê rexne kir:
"Tirkiye ne demokrasiyek e, tam wekî Îranê ye. Serokên mixalefetê û bi sedan rojnameger girtî ne. Demokrasî sifir e.
Erdogan di şopa Ayetulah de diçe. Lê ew dê ne ji aliyê hêzeke derve ve, dê ji aliyê gelê Tirkiyeyê bi xwe ve were rûxandin."
Wezîr her wiha got, "Îdeolojiya Birayên Misilman; xeta Tirkiye, Hemas û Qeterê ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo Ewropa û Amerîkayê jî gefa herî mezin e."
"Dersa 7ê Çiriya Pêşîn: Eger dijminê te bibêje 'Em dê tune bikin' jê bawer bike"
Chikli banga girtina balyozxane û konsulxaneyan dubare kir û rewşa li Enqereyê û gotinên Erdogan wekî hincet nîşan dan:
"Niha li Enqereyê balyozxaneyeke me ya çalak nîne, personelên me ji ber gefan ne li wir in.
Îro di konferansa pişgiriya Filistînê de Netanyahu şibandin Hitler.
Gotinên Erdogan hene ku dibêje 'Divê Îsraîl tune be' û 'Înşalah em dê Qudsê jî wekî Şamê bistînin.'
Dersa herî girîng a ku me ji 7ê Çiriya Pêşîn derxistiye ev e: Eger dijminên we bibêjin mafê we yê jiyanê nîne, qesta wan ev e.
Ji ber vê yekê têkiliyan qut bikin; Tirkiye dewleteke dijmin e."
"Leşkerên Tirk li Xezeyê dê bibin felaket"
Chikli li dijî îhtimala bicihkirina leşkerên Tirk a li Xezeyê di çarçoveya hêzeke aştiyê de derket û tekez kir ku ev yek rîska şerekî germ hildigire:
"Çi dibe bila bibe, em nikarin leşkerên Tirk li Xezeyê qebûl bikin. Ev ji bo dewleta Îsraîlê dibe felaket û gefeke mezin.
Ji ber ku ev rewş IDF (Artêşa Îsraîlê) û hêzên Tirk tîne hemberî hev.
Îhtimala ku ji ber şaşfêhmkirineke biçûk fitîla şerekî mezin were pêxistin çêdibe. Em vê naxwazin.
Em ji Tirkan re bi eşkere dibêjin: Ji Sûriye û Xezeyê dûr bisekinin. Di hişê xwe re jî derbas nekin."
Peyama ji bo Trump: "Tu dostê me yî lê di mijara Erdogan de şaşiyê dikî"
Chikli pesnê Serokê Amerîkayê Donald Trump da lê têkiliya wî ya "dostane" ya bi Erdogan re rexne kir:
"Trump bi biryarên Balyozxane û Golanê dostê herî mezin ê Îsraîlê ye lê di mijara Erdogan de şaşiyekê dike.
Erdogan ne dostê şaristaniya Rojava ye. Bi Amerîkayê dilîze, ev lîstikeke dualî ye.
Divê şêwirmendên birêvebiriya Amerîkayê ducare bifikirin bê ka dê çawa nêzîkî îdeolojiya Îslamîst a radîkal a Erdogan û Colanî bibin."
Erdogan çi gotibû?
Ev daxuyaniya tund a Chikli piştî rexneyên giran ên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hatin.
Erdogan herî dawî roja înê di daxuyaniyekê de Netanyahu şibandibû "Fîrewn" û gotibû, "Kiryarên wî Fîrewnî dê li cem nemînin. Axîna wan zarokên di nav ba û heriyê de dê wî bigire."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin