Wezîrê Derve yê Tirkiyê pêşwaziya Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir

Wezîrê Derve yê Tirkiyê pêşwaziya Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Enqerê pêşwaziya Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed kir û spasiya alîkariyên weqfê ji bo mexdûrên erdheja 6ê Sibatê kir.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro Çarşemê 22ê Adara 2023an li ofîsa xwe ya li Enqerê pêşwaziya Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed kir û spasî ji bo çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî di gîhandina alîkariyan de ji bo mexdûrên erdheja 6ê Sibatê kir.

Mevlut Çavuşoglu li ser Twitterê got, “Me ji bo ku piştî erdhejê alîkariya me kirin û ji bo piştgirî û hevgirtinê spasiya Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed Barzanî kir.”

Piştî erdhejên li Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û Tirkiyê, tîmên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û çend tîmên hawarçûnê gihîştin herêma erdhejê û çendîn kes ji bin kavilên avahiyên hilweşiyayî rizgar kirin, her wiha hejmareke zêde ya barhilgirên alîkariyê ji Herêma Kurdistanê ji bo herêma erdhejê hatin şandin.

Li gor raporta herî dawî ya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ku roja 18ê Adara 2023an hatiye belavkirin, wan heta niha alîkariyên mirovî pêşkêşî 294 hezar û 227 malbatên li herêma erdhejê kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin