Weşanên Dozê Mektûbên Guhdar D.yê yên dijîtal çap kir

Weşanên Dozê Mektûbên Guhdar D.yê yên dijîtal çap kir

.

A+A-

 Naveroka vê pirtûkê ji mektûbên dijîtal pêk tê ku van salên dawî di Perxudres Podcastê de  hatibûne weşandin. Pêşgotina berhema ku 13 mektûban pêk tê ji aliyê Omer Faruk Baran ve hatiye nivîsîn.

Herwiha di nivîsa paşbergê de jî Baran wisa behsa naveroka berhemê kiriye:

Guhdar D. bi van mektûbên xwe, kaosa bajarekî ye, hizûr û honikiya berêvareka havînê ye li ber golekê, fotografek e ku piştî bi dehan salan dema barkirina kitaban hatiye dîtin, qehrek e, xuşexuşa hêsiran e ku çem jê ditirse, şabûneka dilşikestî ye, gramereka şaş e bi gotinên rast, hebeka serêşê ye û wer şiîrek e ku xwe li herfên xwe rakişandiye.

Xwendevanên ku bixwazin mektûbên berhemê bi deng guhdarî bikin, dikarin bi rêya QR koda ku li paşbergê hatiye bicihkirin, vê taybetmendiyê bikar bînin.

Delyadil kî ye?

Delyadil di 21ê Adara 1990î de li navenda Amedê hatiye dinê. Bi gotina xwe, ew xwediyê keçek û kûçikekî ye. Ji sala 2014an ve li Diyarbekirê doktoriyê dike; 2023an jî dest bi doktoriya onkolojiyê kiriye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin