Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc

Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc

.

A+A-

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê armancên operasyona "Xezeba Destanî" (Epic Fury) eşkere kirin.

Leavittê ragihand ku bidawîhatina vî şerî dê tenê bi biryara Serok Donald Trump û piştî bicihanîna hemû armancên leşkerî be.

Dema bidawîbûna şer

Leavittê îro ragihand ku Donald Trump dema rawestandina operasyonên leşkerî diyar dike.

Ev yek jî tenê wê demê çêdibe ku Serokê Amerîkayê bigihîje wê baweriyê ku Îran êdî ti gefê li ser Amerîkayê çênake.

“Teslîmbûna bêmerc”

Berdevka Koşka Spî têgeha "teslîmbûna bêmerc" zelal kir û got:

"Îran çi bixwaze dikare bibêje lê dema ku em hêza wan a deryayî bi temamî tune bikin, wekî ku em niha dikin, dê gotinên wan gelekî pûç bibin."

Leavittê her wiha amaje pê kir, ji bo ku şer raweste divê gefa şiyana mûşekên balîstîk ên Tehranê bi temamî ji holê were rakirin.

Rêlibergirtina çêkirina bombeya nukleer

Leavittê diyar kir ku armanca dawî ya Trump ew e ku bi awayekî mayînde rê li ber Îranê bê girtin da ku nebe xwedî bombeya nukleer û got:

"Divê em bi temamî û ji bo cara dawî piştrast bin ku ew êdî nikarin çekên nukleer çêbikin da ku gefan li Amerîka, hevalbendên me û leşkerên me yên li herêmê bixwin.

Tiştê ku Serok Trump di dawiyê de derbarê vê operasyonê hewl dide pêk bîne ev e."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin